Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Qehweyek li gel wî


Nivîskar : Kejal Ahmed
Weşan : Avesta Tarîx & Cîh : 2006, İstanbul
Pêşgotin : Rûpel : 64
Wergêr : Dilşa YusufISBN : 9944-382-04-3
Ziman : KurdîEbad : 120x195 mm
Hejmara FIKP : Liv. Ku. 1149Mijar : Helbest

Qehweyek li gel wî

Qehweyek li gel wî

Zilameke ji çav
lê belê mixabin...
wan ateşgehan nabîne
ku di hebûna min de vêxistiye
tiştekî jî nabêje!
Keseke ji nêrînê
lê belê seyr e
di germa şeydabûna min de
hîna ji hiş xwe neçûye û nedinale!
Min qewha xwe ya tal
bi şekirê axaftinên wî vexwar
Min qehwa xwe ya reş
bi rengê çavên wî yên kal firda
Min qehwa xwe ya germ
bi fênikiya girnijîna wî re bi dawî kir

Naverok

yarê min / 9
dikil / 10
xala gumanê / 11
în / 15
qehweyek li gel wî / 16
lepek xwê / 19
wek harsim aşiq im / 20
perwaneyên Helebçe / 24
nizanim bê te bijîm / 27
piçûk bû mixabin mezin bû / 30
çay / 37
qend / 38
qupçe / 39
helbestên min / 40
gotinên gotinê / 42
min di nav dengê xwe de veşêre / 48
roştin û geranewe / 59

Kejal Ehmed-Di sala 1967an de, li şarê Kerkûkê ji dayik bûye. Lê ew bixwe wek malbat xelkê şarê Silêmanî ye. Tevayî salên xwendina xwe li Silêmanî bi dawî kiriye û diploma ji Peymangeha Hunerî ya Silêmanî beşê Parêzgarî wergirtiye. Di sala 1986an de dest bi nivîsîna şi`rê kiriye. Şi'rên wê bo gelek zimanan hatine wergerandin. Ji sala 1992an de û heta niha, rojnamegerî dike û niha sekretêra nivîsînê ye di rojnama Kurdistana Niwê de. Xwedî çalakiyên berçav e di mafê jin û civakê de. Gelek gotar nivîsiye di vê derbarê de û çend sempozyum, seminer pêşkêş kiriye û xwedî bernameyeke taybet e bi jinên kurd di jêr navnîşana "Ji her baxekî jinek", di Kurdsat TV de.
Berhemên wê yên çapkirî:
- Bendera Bermoda (Şi`r, Weşanên Zamwe, Silêmanî, 1999)
- Gotinên gotinê (Şi`r, Weşanên Rêxistina Lawên Mîdya, Silêmanî, 1999)
- Kitêba jinê (Gotar û lêkolîn, Weşanên Serdem, Silêmanî, 1999)
- Qehweyek li gel wî (Şi`r, Weşanên Wezareta Rewşenbîrî, Silêmanî, 2001)
- Min eynek şikand (Şi`r, Weşanên Wezareta Rewşenbîrî, Silêmanî, 2004)
- Nasnameyên bukuj (Wergera kitêba nivîskarê Ereb Emin Elmeilûf, ji erebî bo kurdî, 2003)
Şi`rên di vê berhevokê de ji kitêbên wê hatine bijartin.

Kejal Ahmed

Qehweyek li gel wî
(Şi'rên Bijarte)

Ji Soranî bo Kurmancî
Dilşa Yusuf

avesta

avesta | Şahmaran: 205 | 2

Edîtora rêzê: Rûken Bağdu Keskin
Berg: Genco Demirer
rastkirin û mîzanpaj: Avesta
Çapa yekem: 2006, Stenbol
Çap: Barış matbaacılık

© Avesta, 2006
Ji xeynî danasînê bêyî destûra weşanxanê bi tu awayî nayê kopîkirin

Avesta basın yayın reklam tanıtım müzik dağıtım ltd. şti.
Evliya Çelebi mah.
Aybastı sok. No: 48 / 4
Beyoğlu / İstanbul
Tel: (0212) 251 44 80
(0212) 243 89 74
Faks: (0212) 243 89 75

Ekinciler caddesi
Nurlan apt. giriş katı no: 2
Ofis / Diyarbakır
Tel-Faks: (0412) 223 58 99

ISBN: 9944-382-04-3

PDF
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne.


Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar