Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ken û Girîn


Weşan : Apec-Tryck Tarîx & Cîh : 1989, Stockholm
Pêşgotin : Rûpel : 286
Wergêr : ISBN : 9187730-02-2
Ziman : KurdîEbad : 140x200 mm
Hejmara FIKP : Liv.-Kl. 3962 Mijar : Wêje

Ken û Girîn

Ken û Girîn

Di nav gelê bindest de, kultur û edebîyet bi gelemperî bi devkî ye. Di nav gelê Kurd de jî, edebîyota devkî, li gor edebîyata nivîsî gelek li pêş û dewlemend e. Ev edebîyata devkî: şîretname, gotinên kurt, pêkenîn, stran, çîrok û hwd. in.

Pêkenîn, neynika civat û gelan e. Ew, problem û daxwazên gel bi awekî kenîn û yarî tîne zimên û qerekterekî netewî dide wan. Her civat, komik û gel, li gor dema xwe pêkenîn diafirîne. Mîrov, kare bêje, pêkenîn rexneyên gel in. Lê, rexneyên ne adetî ne, yên lêzêde û mezinkirî ne...

NAVEROK

Pêşgotin / 4-5
Zîyereta Xidir Nebî / 7
Xwuş-xwuş, bil-bil / 8
Heger benda xwedê bima / 9
Nexweşiya nivîsker / 10
Ker nîne çoş bêjim kûçik nîne hoşt bêjim / 11
Donê simbêlan / 12
Ferhenga zer / 13
Ez ne Dûrmûş im, ez kûsî me hêkê sor dikim / 14
Mixdat min kuşt / 15
Baş bû ku ez ne li vir bûm / 16-17
Du Cihu û du Ereb / 18 -19
Trêna Karezê / 20-21
Hevdîtinek / 22
Mîza şûşê / 24
Îro 7ê te sibê 8 te 25-26
Ez ne ben'adem im, kurikê kerê me / 27
Rêça çêleka xweyxwar / 28
Gazi Mehemed bike / 29
Ev şeref a han ji her kesî re nakeve / 30
Hîn mezin / 31-32
Pezê sor / 33-34
Deve û kêç / 35-36
Du universte û du lêkolînên zanyarî / 37
Şorbe ji qetê çêtir e / 38-39
Ji xwe em jî li antiyan di geriyan / 40-41
Hey dinyayê / 42
Qençûlvan û zîyereta bavê 43-46
Kurdê Afrikayê 47-48
Errrik lawo Licê ji Pîrik mezintir e / 49
Egal namûsa Ereb e / 50
Ord'xanê bextereşê emirqot / 51-52
Xwarina nebiyan / 53-54
Cigerxwîn û dawa namûsê / 55-56
Fizîka burjuvazî / 57-58
Li gor Îslamê du dinya hene / 59-60
Bînaenaleyh / 61-63
Çiqs polis hene, hewqas jî bekçî hene / 64
Rehmetiya diyawê jî min kir şêx / 65-67
Dilê mirov li kîjan alî ye / 68
Mele û mitrib 69-70
Grekî bi zimanê heywanan d zanin / 71-72
Mamostetiya Mîr ahmed / 73-75
Di bin DDKD de çi heye / 76
Ma te tiştekî ji min re nehişt ku / 77
Herdu jî / 78
Ew Tirk in / 79
Ji dûrdûroka te nebuya dê vûrv-vroka wî me mahf bikira / 80-82
Mîr nahêle berf bi bare / 83-84
Silo û soylemen / 85-87
Heft kir heştê helandî / 88-89
Dewlet çî ye / 90-91
Gelo male ew bircuvaziyê kûçik li ku ye / 92-93
Kurd û ehlîyet / 94
Ken û girîn / 95-100
Tirkiya Tireloyê / 101
Qebû1 nakî qet meke / 102-103
Hîç / 104-105
Ki heyîv girt / 106-107
Qir û cir / 108-109
Atatirk bavê kê ye / 110
Esker axa yeka tanqan bi çend e / 111
Dev jê berde ew îşev cuda buye / 112
Doza dewletê û ya gel / 113-114
Hatina ruhstan / 115-116
Tu bimrî jî, ez ji xiştênê danakevim / 117-118
Duxtorê asprînan / 119-120
Parlementoya Tirkan û sê parlementerên Kurd / 121-122
Nifûsa Licê / 123
Ma sûcê dizî qet tune / 124
Neyse ev rewşa te ne rewşa qulîwella ye / 125-126
Ew teresê gundê me ye / 127-128
Haydê yabo Mêrdîne / 129
Dinya Mermer û Qerenas e / 130
Xwedê ji bo bereketê hatiye / 131-132
Merhaba kûçikler / 133-134
Bi mêranî derkeve / 135-136
Yek deqê yekî ye, ne heft / 137
Derxe heqê 7 sel şivanî / 138-139
Va ye heşt kilo rûnê te û eh deh kilo jî ebrê te / 140-141
Şertê islamîyê çend in / 142-143
Li gundê me mêr ji tirs jinên xwe newêrin bigirin / 144
Xelkê Qulpê yê hêja / 145-146
Tolgirtin / 147
Malbata xewar / 148
Ma qey teresan navê topa Osmanî nebîhistine / 149
Welle hûn tun in / 150-151
Şîreta qîza pîrê / 152-153
Hogeç çawa bû kerkê şeytan / 154-155
Kê vê şêrgeleyî kuşt / 156-157
Ev lolo ye, hîn lêlê maye / 158-160
Du pif û sebrek / 161
Hêk û 15 eskerên Tirkan / 162
Ma tu dê êvarê neçî lîs / 163
Suphanallah û laîlaheîllah / 164
Ji qumendar re boq bine / 165
Hecî belek / 166
Nîç / 167
Ma diya te li wir li çi digeriya 168-169
Şam dûr e, an nêrdewan / 170
Otobusa mala Bandê / 171-173
Fic û xweş fic / 174-175
Em di xwazin herin bihiştê / 176 177
Qiral Markis qiralê kîja welat e / 178-179
Heta ku kirde kirde be, ez nahêm / 180-181
Ma ez ji ku dizanim ev welet weiatê kê.ye / 182-183
Nê deza hefs heye lêdan û mirin heye / 184-185
Nanê ni qi rî / 186-188
Ku ki ncên te nû bin êdî dê yên kê kevin bin / 189-190
Lawo ji diya te re hemû hews test e / 191-193
Bas bû ku solên min di l i ngên min de nebûn / 194
Tu dixwazî ez vereşim na / 195-196
Bi hece te min si f i r j i ba te neki rî ye / 197-198
Sel di zane / 199
Yek ji wan û yek ji me / 200-201
Dev jê berde bila wek î xwe bi m î ne / 202
Di ran û ni f ûs / 203
Ma nal ek û çar bi smar / 204
Niha yek bû dido / 205-206
Gidî de gidî şûr / 207-208
Şûjin pere dikin / 209-210
Ji qula n î r nebuya kewroşk ni kari bû bireve / 211
Mîha Helîmko / 212-213
Gula kaniyê / 214-216
Pey, şinik / 217-219
Wax li min hewar e / 220-221
Ji kerê meclis, re ka divê / 222
Ez ji Rohilat im / 223
Eqilê Ereban / 224
Faşîstê me / 225
Ristemê Zal jin an mêr bû / 226
Bi çûkî û mezinayî nemaye / 227
El hemdûlîlla lawê me cixare nakşîne / 228
Sömürgecî û süpürgecî / 229-230
Xwedê li mala xwe nîne / 231-232
Mirina Mao / 233
Qilêna qûzê / 234-235
Ew nadin digirin / 236
Pisporê Seddam û muzîkê / 237-238
Ewê ku pêlavên xwe nede malê û canê xwe jî nade / 239-240
Ez li ber te Xwed, li ser te / 241
Nav û paşnevê gund / 242
Sîyonîstekî bê namûs / 243-244
Ez jî Atatirk û Zubeydê / 245
Kurd kî ne û çi ne / 246-247
Nexweşiya zik / 248-249
Ez çêzê mêzê nizenim / 250
Mêrxasê herî mezin / 251
Du geveze / 252-253
Pardon tu û bevê xwe ne / 254
Şinê çend gurz e / 255-256
Hîn ev lawê wî ye 257
Zor spas / 258
Madem ku tu ji exurê dernayî / 259-260
Data û personnumareyûn Kurdan / 261-262
Tirkî ji xwe 3 kelîme ye / 263
Ma navê te zirzop be dê tu karibî çi bikî / 264
Mirov carînan bi gotina şeytan bike baş e / 265-266
Dewlementir dewlementirîn / 267-268
Ma ji îsotê re jî herê welleh / 269-270
Muxtar bavêje bîrê / 271-272
Elo çuye Mêrdînê / 273-274
Di tarîtiyê de tirkî sereder nabe / 275
Mir çawa rojê guhart / 276
Em burjûvaziyê mezin in û zêdî serê te ne jî ha / 277-278
Ez temsîlvanê împeryaliya alemî me / 279
Bila çi ya buya we dê ji xwe re derbê mêran bidîta / 280

Pêşgotin

Di nav gelê bindest de, kultur û edebîyet bi gelemperî bi devkî ye. Di nav gelê Kurd de jî, edebîyota devkî, li gor edebîyata nivîsî gelek li pêş û dewlemend e. Ev edebîyata devkî: şîretname, gotinên kurt, pêkenîn, stran, çîrok û hwd. in.

Pêkenîn, neynika civat û gelan e. Ew, problem û daxwazên gel bi awekî kenîn û yarî tîne zimên û qerekterekî netewî dide wan. Her civat, komik û gel, li gor dema xwe pêkenîn diafirîne. Mîrov, kare bêje, pêkenîn rexneyên gel in. Lê, rexneyên ne adetî ne, yên lêzêde û mezinkirî ne.

Di pêkenînan de, rewşa her netewî ya dîrokî, aborî, polîtîkî, civakî, olî û kulturî derdikeve holê. Ji ber ku mijarên pêkenînan ew in. Pê re daxwaz û pêşniyazîyên gel dîyar dibin. Her netew li gor qerekter û kultura xwe taybetiyekê wê heye. Ji ber vê yekê jî, pêkenînên me jî dibe, ku ji gelên din re bê mane û bê kenîn bên. Em wan gelên din li aliyek din bihêlin, di nav van pêkenînên me yên berhevkirî de, mirov, bi awekî gelek vekirî du civatên ji hevdu cuda dibîne. Civeta Kurdan a mîrîtî (feodalî) û ya modern. Problem û daxwazên civatê, di pêkenînan de zelal dîyar dibe. Di nav herdu civatan de guhartinên aborî, civakî, olî û kulturî xweş û baş tên dîtin.

Di vê berhevoka han de, me xwest, ku ji her perçe û herêmên Kurdistanê pêkenînên kurdî berhev bikin. Lê belê, me qasî îmkanên xwe berhev kir. Ji xwe mirov, di xwendina wan de navê gelek gund, herêm û bajar dibîne. Di dema berhevkirinê û nivîsandinê de, me, bi xwe nexwest, ku em naveroka wan biguhurînin û me orjînalên wan xira nekir. Heta çigas kêm be jî, me devok û zeravayê herêman bikaranî. Lê, ji derê, hinekên ku ji bo biçûkdîtina zarava, herêm û eşîran hatibûn çêkirin. Me cîh neda yên weha û me di wan de piçek guhartin çêkir, an firast kir. Çendên polîtîk jî nîvê wan hatibû çêkirin, lê me wan bi ser û goh kir. Me bi tenî embargo û sansurê li ser ên seksî danî. Me, wan berhevkir lê ne nivîsand. Ji bil wan, me, li gor naverokên, pêkenîn berhev ne kir. Me, negot “ev pêkenîna paşverû ye, ev ji ya pêşverû ye.”. Ji ber vê yekê jî, naveroka wan, me girê nade. Baş-xirab, ew berhemên gelê me ne.

Dibe ku di van berhevokên me de, çend pêkenînên ku di nav gelên din de jî tê gotin hebin. Ev tişetekî normal e. Ji ber ku gelê Kurd bi salan, di bin zor û tesîra dewletên kolonîyelîst de maye. Ew, nikaribuye edebiyata xwe ya devkî binivîse. Koloniyalîstan, ji me dizîye û ji xwe re kirîye mal, mîna stran, folklor û erd û axa Kurdistanê.

Di dema berhevkirinê de, gelek kesan, ji me re alîkerî kir. Bi teybetî heval, J. Espar, Ş. Şîlan, B. Omerî û hevel Rêber. Em, li yan û hemû hevalên din ên alîkar re spasdar in!

Me navê berhevokê Ken û Girîn lêkir. Ji ber ku ne bi tenî ken e, girîn e jî !

1988 Stockholm
Amed Tîgrîs-Roman Motki

Berhevkar: Amed Tîgrîs, Roman Motkî
Wênekêş: N. Alkurdii

Ken û Girîn

Stockholm 1989


ISBN: 9187730-02-2
APEC TRVCK - FÖRLAG
COPYRIGHT: Amed Tigris och Roman Motki

Adress
Box 3318, 16303 Spånga
Sweden



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar