Perçeyên bijarte
Çawan divê em bixebitin di warê zmên de
Ji Hawarê : Hejmar I.
Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwenasîn ji me re reya xebat, felat û xweşiyê vedike. Her kesê ko xwe nas dike , dikare xwe bide nas kirin. Hawara me berî her tiştî heyîna zmanê me dé bide nas kirin ..Lewma, ko zman şerta heyînê . ya pêşîn e.
Hawar, jû pêve bi her tiştê ko kurdanî û kurdîtî pê bendewar e, dê .mijûl bibe.
Awayê xebatê: Karekî ko bikare biçe serî, divêt jê re pronivîsek an go programek bête çêkirin.
Me pronivîsa xwe ser bingehên jêrîn lê kdriye.
Belavkirina elfabeya ,.kurdî di nav kurdan de û hîn kirina wê. Senifandina zmanazîna kurdî û hîn bi hîn di Komelê de belav kirin û pêşdetir di şiklê kitêbê de derêxistin.
Sehîtiya zarên kurdî û berhevdanîna wan. Sehîtî ser mirovatiya zmanê kurdî digel zmanên din ên arî ango Hindû - Ewrupayî. Sehîtî ser bingehên zmanê kurdî, ser dîrok, ango ser tarîx û awayê pêşveketina wî.
Berhevkirina methelok, mamik, çîrok, çirçîrok, stran û lavijên; kurdî û birêve bela kirin wan. Senifandin û belavkirina wan. Senifandin û belavkirina dîwanên kurdî. Bi van ve jînenigariyên şair û mirovên bijarte jî dê bên belav kirin...
Têxistiyên nvîsdarê
Çawan divê em bixebitin di warê zmên de. / 1
Leylana rastiyê. / 2
Pirçemek û silêman. / 4
Dildiziya gulekê. / 5
Mêrê min di şerî de ye. / 6
Welat , welatînî û A 1. / 7
Ey reqîb. / 9
Marşî pêşmerge. / 10
Li ber tevna mehfûrê. / 11
Du egîd. / 16
Du dengbêj. / 17
Rasthatineke ecêb. / 19
Di dora lihevxistina zmanan de. / 20
Strana xebatê.
Rovî û toz beg. / 25
Nivêja miriyan. / 31
Eyloyê pîr. / 32
Kamran Bedir-Khan
Perçeyên bijarte
Paris
1971