Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ji tefsîra Quranê


Weşan : Compte d'auteur Tarîx & Cîh : 1971-01-01, Paris
Pêşgotin : Rûpel : 76
Wergêr : ISBN :
Ziman : KurdîEbad : 210x270 mm
Hejmara FIKP : Lp. Ku. Kl. 641Mijar : Ol

Danasîn Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Ji tefsîra Quranê


Ji tefsîra Quranê

-Tefsîra Quranê-

-1 -Sûreyê destpêkirinê

Heft ayet in, di Mekê de dahatiye.

Bi navê Xudayê pak ê dilovan û mihrivan.

Pesin ji Xwedê re ye, ji nav û kerema wî re ye; yê ko Xudanê erd û ezmana ye. Rehman e; dilovan e; rehim e; mihrivan e. Xwediyê roja piştdawiyê ye. Em ibadeta te dikin û ji te hêvîdar in. Me bide ser reya rastiyê. Reya wan mirovên ko tu li wan hatiyî rehmê; ne peyayên ko ketine ber xezebâ te û ne kesên ko dane ser reya şaş.

-2 -Sûreyê Çêlekê.

Du sed heşt û şeş ayet in, di Medînê de dahatiye.

Bi navê Xudayê pak ê dilovan û mihrivan.

1 ) E. L. M. Ji wan herfan miraz çi ye Xwedê dizane.

2.) Ew kitêb bê guman.ji.bona bawermendan reyeke rast e.

3 ) Yên ko baweriya xwe bi xeybê (mîna bihuşt û.dojehê) tînin, nimêja xwe dikin û. ji rizqê ko me daye wan di reya Xwedê da didin, arîkariya sêwî û belengazan dikin.

4 ) Ew bawermendên ko bi kitêba ko ji Te re dahatiye û bi yên.ko berî Quranê dahatine bawer dikin û bi axiretê: înaniya xwe tînin û pê ewle ne.

5 ) Wan bi kerema Xwedê dane ser reya rastiyê û ewê bigehin rehm û qenciya Xwedê.

.....



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar