Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rêziman û rastnivîsa zaravayê kurmancî


Nivîskar : Samî Tan
Weşan : Enstîtuya kurdî ya Stenbolê Tarîx & Cîh : 2005, İstanbul
Pêşgotin : Rûpel : 352
Wergêr : ISBN : 975-6282-35-5
Ziman : KurdîEbad : 135x195 mm
Mijar : Zimannasî

Rêziman û rastnivîsa zaravayê kurmancî

Rêziman û rastnivîsa zaravayê kurmancî

Ev xebata hêja ya Samî Tan, ku bi navê "Rêziman û rastnivîsa zaravayê kurmancî" ji aliyê Enstîtuyê ve tê weşandin, encama xebat û lêkolînên dûr û dirêj e. Samî Tan ku ji bilî ro- jnamegerîtiyê wek zimanzan û pisporekî zimanê kurdî jî tê naskirin, xebata xwe ya berê "Waneyên rêzimanê kurmancî" ji nû ve di ber çav re derbas kiriye. Tê de hem guherînên girîng kirine û hem jî mijarên nû lê zêde kirine. Bi van kirinan, xebateke cihêreng derketiye holê.

Amadekarê vê xebatê, ku endamê Enstîtuyê û yê Beşa zimanê kurdî ya saziya me ye, ji gelek kes û çavkaniyan sûd wergirtiye û naveroka xebata xwe zengîn û dewlementir kiriye. Aliyekî din î girîng ê vê xebatê ew e ku Samî Tan jî daye ser şopa kesên mîna Celadet Bedirxan û Feqî Huseyn Sagniç û xebata xwe bi kurdî nivîsandiye, ne ku bi zimanekî din mijarên rêzimana kurdî rave kirine.

Naverok

Pêşek / 09
Pêşgotin / 11
Ziman û zimanê kurdî / 13
Ji aliyê binyadê ve kurdî / 14
Zaravayên kurdî / 19
Ji aliyê teşe û dirûv ve zimanê kurdî / 20
Dengzanî / 23
Deng / 23
Alfabeya kurdî / 24
Dengdêr / 25
Dengdar / 26
Rengedeng / 27
Tîpên kelijandinê / 29
Dubarekirina tîpekê / 33
Nîvdengdêr û dengdêrên dirêj / 35
Cudatiya alfabeya kurdî û tirkî / 39
Kîte / 41
Peyvsazî (morfolojî) / 45
Ji aliyê sazbûnê ve peyv / 45
Pêkanîna bêjeyan / 48
Pêşgirên kurmancî / 49
Pêşgirên resen / 51
Pêşgirên lêkerçêker / 52
Paşgirên kurmanci / 53
Paşgirên lêkerçêker / 57
Navgir / 59
Watenasî ango semantîk / 59
Bêjeyên hemwate / 60
Bêjeyên dijwate / 60
Bêjeyen hevdeng / 61
Di peyvan de kirpandin / 62
Ergatîvî / 65
Guherbarî / 67
Tewang / 68
Cureyên bêjeyan / 71
Veqetandek / 71
Veqetandekên binavkiri / 71
Veqetandekên nebinavkirî  /  72
Navdêr / 75
Navdêrên razber / 75
Hevenav / 76
Serenav / 76
Komenav / 76
Peyvsaziya navdêran / 77
Pêşgirên ku navdêran pêk tînin / 77
Navgirên ku navdêran pêk tînin / 78
Paşgirên ku navdêran pêk tînin / 79
Paşgirên ku navên cihan pêk tînin /  79
Paşgirên ku navên alavan çêdikin / 80
Hin paşgirên din ku navan çêdikin / 80
Zayendên navdêran / 81
Zayenda suriştî / 81
Zayenda rêzimanî / 83
Navdêrên nêr / 86
Navdêrên mê / 86
Di navdêran de mêjer / 88
Di mêjera navdêrên xwerû de alozî / 91
Mêjera navdêrên ku nayên hejmartin / 94
Nasî û nenasiya navdêran / 96
Peywira navdêran / 97
Raveka navdêran / 99
Tewanga navdêran / 99
Neyîniya navdêran / 100
Cînavk / 103
Li gorî peywirê cînavk / 103
Li gorî zayendê cînavk / 104
Li gori mêjerê cînavk / 105
Ji aliyê tewangê ve cînavk / 106
Cureyên cînavkan / 107
Cînavkên kesane / 107
Di cînavkên kesane de tewang / 109
Di cînavkên kesane de zayend / 110
Cînavkên şanîdanê / 112
Cînavkên şanîdanê yên xwerû / 112
Cînavkên şanîdanê yên tewandî / 113
Cînavka vegerok / 115
Cînavka qertafî / 117
Cînavkên pêvebestî (qertafên kesîn) / 118
Cînavkên berbihevîn / 122
Cînavkên lihevxistî / 124
Bi cînavkên lihevxistî lêkerên biwêjî / 126
Cînavkên nebinavkirî / 130
Cînavkên xwedîtiyê / 133
Cînavka girêkî / 135
Cînavkên jimarîn / 137
Cînavkên pirsiyarî / 138
Di cînavkan de neyinî / 141
Hevalnav (rengdêr) / 143
Ji hêla peyvsaziyê ve hevalnav / 144
Qertafên ku hevalnavan pêk tînin / 146
Cureyên hevalnavan / 150
Hevalnavên çawaniyê / 150
Di hevalnavan de paye / 152
Hevalnavên şanîdanê / 155
Tewanga hevalnavên şanîdanê / 157
Cureyeke cihêreng a hevalnavên şanîdanê / 158
Hevalnavên jimarîn / 159
Hevalnavên nebinavkirî / 161
Hevalnavên pirsiyarî / 161
Hoker (hevalkar) / 167
Peyvsaziya hokeran / 167
Cureyên hokeran / 168
Hokerên çawaniyê / 168
Hokerên şanîdanê / 170
Hokerên demê / 170
Hokerên cih û bergehê / 171
Hokerên çendanî û hevrûkirinê / 172
Hokerên pirsiyarî / 173
Daçek / 175
Peyvsaziya daçekan / 175
Taybetiyên daçekan / 178
Rista daçekên bingehîn / 178
Daçek û tewang / 183
Gihanek / 185
Baneşan / 187
Jimarnav / 189
Hejmarên hokerîn (hejmarên rîtmîk) / 191
Tewanga jimarnavan / 191
Raveka jimarnavan / 193
Lêker / 195
Ji aliyê peyvsaziyê ve lêker / 196
Lêkerên xwerû / 196
Lêkerên nexwerû / 197
Paşgirên lêkerçêker / 198
Pêşgirên lêkerçêker / 202
Lêkerên alîkar / 207
Di lêkeran de avanî / 213
Gerguhêzî û negerguhêzî  /  213
Lebatî û tebatî / 215
Avaniya dançêker (Sedemkar) / 218
Rayên lêkeran / 221
Raya dema borî / 221
Raya dema niha / 225
Rayên ku dibin paşgir / 230
Di lêkeran de rawe / 233
Raweyên pêşkerî / 233
Dema niha / 234
Dema bê / 237
Dema bê ya nêzîk / 239
Demên borî / 240
Dema boriya têdeyî / 240
Dema boriya dûdar / 243
Çîrokiya dema boriya tedeyî / 245
Çîrokiya dema boriya dûdar / 246
Dema boriya berdest (Çîrokiya Dema Niha) / 247
Awarteyên neyîniyê / 248
Raweyên daxwazî / 249
Raweya fermanî / 250
Raweya xwestekî / 253
Raweya bilanî / 259
Raweya mercî (Hekanî) / 260
Raweya merc û daxwazê / 263
Raweya divêtî / 264
Raweya çêbiwar / 265
Hevoksazî (sentaks) / 269
Ravek (îzafe) / 269
Raveka navdêran / 270
Raveka zincîrin / 273
Hevok / 275
Rêzbûna bêjeyan / 275
Hêmanên hevokê / 278
Kirde / 278
Pêveber / 280
Têrker / 283
Bireser / 284
Ji aliyê avasaziyê ve hevok / 285
Cureyên hevokan / 287
Ji aliyê wateyê ve hevok / 288
Hevokên neyîniyê / 288
Hevokên pirsiyarî / 289
Kirpandin di hevokê de / 291
Dahûrandina hevokê / 292
Rastnivîs / 295
Fonetîka kurdî û rastnivîs / 296
Guherîn û veguherîna dengan / 298
Pevguherîna dengdêran / 306
Nîvdengdêr û dengdêrên dirêj / 311
Dengdarên dubare / 313
Rastnivisa veqetandeka ku cuda tê nivîsandin / 315
Kurtkirina bêjeyan / 315
Taybetiyên rastnivîsa pêşgiran / 316
Alfabe û rastnivîs / 317
Çi, kengî mezin tê nivîsandin / 317
Çi, kengî pê ve, cuda tê nivîsandin / 324
Rastnivîsa hejmaran / 326
Rastnivîsa navên biyanî / 328
Xalbendî (Niqteşanî) / 331
Xal / 332
Bêhnok / 333
Pirsnîşan / 334
Xalecot / 335
Xalebêhnok / 336
Kevanek / 336
Dunik / 337
Xêzek / 338
Baneşan / 338
Bendik / 339
Sêxal / 340
Dabir / 340
Ferhengoka têgihên rêzimanî / 343

Pêşek

Xebat û lêkolînên li ser zimanê kurdî, nemaze bi kurdî, kêm bin jî êdî li vê cografyayê tên kirin. Ev yek dilê me xweş dike û em pê şad dibin. Lê em, hem ji aliyê hejmarî ve û hem jî ji aliyê naverokê ve nikarin bi van xebatên heyî tenê qîma xwe binin. Hewcedarî û pêwîstiya me hîna bi gelek xebatan heye.

Ev xebata hêja ya Samî Tan, ku bi navê "Rêziman û rastnivîsa zaravayê kurmancî" ji aliyê Enstîtuyê ve tê weşandin, encama xebat û lêkolînên dûr û dirêj e. Samî Tan ku ji bili rojnamegerîtiyê wek zimanzan û pisporekî zimanê kurdî jî tê naskirin, xebata xwe ya berê "Waneyên rêzimanê kurmancî" ji nû ve di ber çay re derbas kiriye. Tê de hem guherînên girîng kirine û hem jî mijarên nû lê zêde kirine. Bi van kirinan, xebateke cihêreng derketiye holê.

Amadekarê vê xebatê, ku endamê Enstîtuyê û yê Beşa zimanê kurdî ya saziya me ye, ji gelek kes û çavkaniyan sûd wergirtiye û naveroka xebata xwe zengîn û dewlementir kiriye. Aliyekî din î girîng ê vê xebatê ew e ku Samî Tan jî daye ser şopa kesên mina Celadet Bedirxan û Feqî Huseyn Sagniç û xebata xwe bi kurdî nivîsandiye, ne ku bi zimanekî din mijarên rêzimana kurdî rave (izah) kirine.

Me di serî de jî da xuyakirin ku hîna hewcedarî bi gelek berhemên li ser zimanê kurdî heye. Ji lew re hîna hin aliyên ku divê bi xebatên zanistî bên ronîkirin hene. Yek ji van mijarên ku pêwîstî bi ronîkirina wan heye, zarava û devokên zimanê kurdî ye. Di her berhemeke li ser kurdî de em dikarin rastî senifandinên ji hev cihê yên der barê zimanê kurdî de bên. Ji bo nimûne, di berhema "Em zimanê kurdî binasin" de, ku ev xebat ji aliyê Zana Farqînî, Samî Tan û Hasan Kaya ve hatibû kirin û ji aliyê saziya me ve jî hatibû çapkirin, zaravayên zimanê kurdî wek çar zaravayên sereke hatibûn diyarkirin. Lê belê Samî Tan di vê xebata xwe de xwedî wê ramanê ye ku hejmara zaravayên kurdî pênc in.

Divê em bêyî pêşdarazî li angaşt (îdîa) û ramanan binêrin û nêzikayî li wan bikin. Ji bo me tiştê sereke û girîng ew e ku divê raman xwedî palpişt û belgeyên pêselmîn bin. Helwesta zanistî jî bi ya me ev e.

Em jî bi vî çavî li xebata hêja ya Samî Tan dinêrin û dinirxînin. Bi hêvî û daxwaza ku ev berhem bi kêrî perwerde û hînkirina zimanê kurdî were û her kes jê sûd û kelk wergire.

Enstituya kurdî ya Stenbolê


 

PÊŞGOTIN

Di ser xebata me ya bi navê "Waneyên zaravayê kurmancî " re pênc sal derbas bûn. Wê demê bi tenê li hin saziyên mîna Enstîtuya kurdî ya Stenbolê û rêxistinên HADEP'ê waneyên zimanê kurdî dihatin dayîn. Ew kar li derveyî qanûnên heyî bû, ji ber vê yekê jî polîsan çend caran avête ser saziyên kurd û heta li rêveberên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji ber vê yekê doz hatin vekirin.

Niha êdî kursên zimanê kurdî bi awayekî fermî hatine vekirin. Kesên ku wan kursan dibin sêrî, bawernameyên ku ji hêla midûrên perwerdehiyê ve hatine şanenavkirin werdigirin. Digel vê yekê jî, ji wê demê heta niha berhemên ku bi kêrî hîndekarî û perwerdehiya bi zimanê kurdî werin, pir zêde nebûne. Ev xebata li ber destên we bi mebesta dagirtina valahiya di vî warî de hatiye amadekirin.

Min pêşî bi mebesta berfirehkirina "Waneyên rêzimanê kurmancî " dest bi xebatê kir, lê paşê xebat ji wê çarçoveyê derket; rengekî nû girt. Di wê pirtûkê de mijar wane bi wane hatibûn amadekirin û di dawiya her mijarê de hîndarî hebûn. Xebat di çarçoveya pirtûkeke rêziman a klasîk de bû, mijarên zimanzaniyê zêde li ber çavan nehatibûn girtin. Lewre jî min biryar da ku berhemeke cuda û berfirehtir amade bikim. Ev berhem ji wê çarçoveyê hatiye derxistin, pê re jî ew hîndariyên li dawiya mijaran hatine rakirin. Ev xebata li ber destên we, li ser çar stûnan hatiye avakirin: Dengzanî, peyvsazî, hevoksazî û rastnivîs. Lewma jî me navê "Rêziman û rastnivîsa kurmancî" li vê pirtûkê kir.

Piştî berhema xwe ya bi navê "Waneyên rêzimanê kurmancî ", min dixwest xebatên nû li ser zimên pêk bînim, lê karê rojnamegeriyê rê li ber ve yekê girt; nehişt ku ez li ser zimanê kurdî hûr bibim. Lewre jî ev xebat hinekî bi derengiyê ket. Xebata min a li ser vê pirtûkê bi qasî du mehan kişand. Di encamê de berhemeke wiha derket holê, ez hêvî dikim ku bi kêrî şagirt û mamosteyên zimanê kurdî were.

Rêziman û rastnivysa zaravayê kurmancî

Samî Tan

Weşanên enstîtuya kurdî ya Stenbolê

Weşanên enstîtuya kurdî: 41
Ziman: 1

Rêziman û rastnivîsa zaravayê kurmancî
Samî Tan

Çapa yekemîn: gulan 2005
Çapxane: İmaj matbaacilik
Berg & mîzanpaj: Aysel Çetin
Tashîh: Qahir Bateyî

© Enstîtuya kurdî ya Stenbolê

Zend bilim kültür eğitim basin yayin ltd. şti.
Namik Kemal caddesi İnkilâp sokak
Gençoğlu iş merkezi no: 19/6
Aksaray - İstanbul
Tel: (0212) 586 39 84 - fax: 586 39 90

ISBN: 975-6282-35-5

PDF
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne.


Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar