Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Roj bi roj şerê Kendavê û Kurd


Weşan : Apec-Tryck Tarîx & Cîh : 1992, Spånga
Pêşgotin : Amed TigrîsCemal BatunXortoRûpel : 376
Wergêr : ISBN : 91-87730-25-1
Ziman : KurdîEbad : 130x210 mm
Hejmara FIKP : Liv. Ku. 3394Mijar : Siyaset

Roj bi roj şerê Kendavê û Kurd

Roj bi roj şerê Kendavê û Kurd

Saddam êrîşê Kuweytê kir û wê dagîrkir.

Koma neteweyan dagîrkirina Kuweytê protesto kir. Ambargoya aborî û leşkerî li ser Iraqê danî. Dîsa jî Iraqê  leşkerê xwe ji Kuweytê nekişand. Amerîka û hêzên Hevkar di hewa de, bi çekên nûjen Iraqê bomba kirin. Di dawî de, bi operasyona erdê re hêzên leşkerî yên Iraqê, ji Kuweytê hatin derxistin. " Kuweyt rizgar bû." Iraq têkçû. Hat wêran kirin.

Ji başûrê ve Şîî û ji bakur ve jî Kurdan dest avêtin çek. Di navbera hefteyekê de Kurdan ji % 90'ê başûrê Kurdistanê rizgar kir.

Hêzên Hevkar û Amerika ji serîhildana Kurd û Şîîyan tirsîyan. Çav li Iraqê şikandin. Iraqê bi balafir, helîkopter û scutan Kurdistanê xopan kirin. Qasî 2 milyon Kurd ber bi tixûbên İran û Tirkiyê ve reviyan. Trajediyeke mezin dest pê kir. Bi hezaran zarok, kal û pîr li ser çiyayên Kurdistanê, di nav berf û sermayê de mirin.

Dinyayê temaşa mirina Kurdan kir. Vê carê hêzên Hevkar û Amerika bi balafiran ji Kurdan re nan û xwarin avêtin. Xwestin xwe humanîst nîşan bidin.

Mirov dikare roj bi roj, bi awayekî vekirî û objektîvî wan lîstik û trajediyan di vê pirtûka han de bibîne. Dîsa mirov dikare di vê pirtûkê de, li hember vê barbarî, trajedî û lîstikên han, li welêt û li derê welêt Kurd û serokên wan çi gotin û çi kirin, bibîne.

Ev dîroka çend mehan e, lê dikare dîrok û politîka çend sedsalan bide dîyar û zelal kirin.

Naverok

Pêşgotin / 5
Berî dagîrkirina Kuweytê rewşa Iraqê / 7
Di çapemeniya Swêdê de bi kurtasî pirsa Kendavê / 25
Şer destpêkir / 44
Kuweyt rizgar bû / 94
Kurdan serîhilda / 105
Trajediya Kurdan / 134
Pirsa Kurd di Koma Neteweyan de / 145
Pirsa Kurd di rojeva cîhanê de / 171
Heyeta Kurd çû Bexdayê / 177
Peymana 11'ê Adarê ya 1970'yî / 182
Pêşnîyara Bereyê Kurdistanê ji bo otonomiyê / 189
Pêkhatina herêma ewlekar / 210
Bi Bexdayê re pêwendî / 214
Guftûgoh têkçûn / 288
Rewşa piştî têkçûna guftûgoyan / 293

PÊŞGOTIN

Wek ku xwendevanên Berbangê pê dizanin, em hersê nivîskarên vê pirtûkê di redaksîyona Berbangê de kar dikin. Ji xwe, me ji hinek nivîsarên vê pirtûkê jî, di çend hejmarên Berbangê de weşandi bûn. Di vê mijarê de, xebatên me hersê hevalan jî cuda cuda hebûn. Heval Xorto di destpêka şerê Kendavê (Xalîcê) de roj bi roj not girtibû. Heval Cemal Batun li ser şerê Kendavê û pirsa Kurdan gelek nivîsar nivîsandibû û bi gelek berpirsiyarên tevgerên Kurd re hevpeyvîn çêkiribûn. Heval Amed Tîgrîs jî, ji roja destpêka şerê Kurd û Iraqê bi navê "Roj bi roj" nivîsarên peryodîk nivîsandibû û beşek jê di Berbangê de weşan dibû. Me hersê hevalan biryar da, ku xebatên xwe bikin yek û bi wan re, ew dokumentên ku li ser vê pirsê hene û derketine berhev bikin û di yek çavkaniyekê de çap bikin. Ji ber vê yekê me bûyeran li gor dîrokê bi rêz kir û dokumentan jî li navê bi cih kir.

Ji derê gotaran me nexwest her bûyereke bi dûr û dirêj şirove (komentar, yorum) bikin. Me vê mafê fîkirandin û şirovê ji xwendevanên xwe yên hêja re hişt.

Ev beşek ji dîroka cîhanê û ya Kurdan a çend mehan an jî çend rojan e. Ji bo rojên pêş Kurd dikarin li ser van bûyeran bifikirin û bigihêne bîrûbaweriyekê. Ji aliyê din ve, bûyera şerê Kendavê û bi taybetî trajediya Kurd ku li ber çavê cîhanê pêk hat, bila wek dîroka me ya berê ji bîr û wenda nebe. Wek dîroka me ya kevin bi gotinên vala û yekalî nemîne. Ji ber ku ev çend meh di dîroka Kurdistanê de gelekî girîng in. Bila di rojên dahatû de gelê Kurd, kirin û bûyerên ku li ser axa Kurdistanê pêk hatin, bê şirove bizanibe. Bila gelê Kurd, çerxa cîhanê, rola rêxistin û pêşewayên xwe bê şirove nas bike. Bi xwe biryar bide.

Heger xwendevan di hêla ziman de, hinek zehmetiyan bibînin, bila li me biborin. Ji ber ku pirtûk ji sê pênûsên cuda derketiye.

Kovara Berbangê û rojnamevanê Swêdî Stefan Hagberg ji bo fotografan arşîvên xwe ji me re vekirin. Em ji wan re gelek spasdar in!

Nivîskar
1992 Stockholm




Beri dagîrkirina Kuweytê rewşa İraqê

Iraqê, 8 sal bi İranê re şer kir û di dawî de jî, bi serket. Piştî vê şerê han Iraq di nav Ereban de bû xwedî peyv û rêzgirtineke mezin û giran. Bi rastî, eger mirov bi çavekî realîst li encamê şerê İran û Iraqê temaşe bike, dê bigêhe vê baweriyê, ku Iraq ji şer, wekî aliyê serfîraz derket. Piraniya dewletan û bi taybetî yên Rojava û Sovyetê piştgiriya Saddam kirin. Niha baş tê zanîn û di rojname û kovarên mezin û navdar de hate dîyar kirin, ku di destê CIA gelek wêneyên ku li ser cîh ên leşkerî yên stratejîk yên İranê, hebûne, ew dane Iraqê.

Herweha bi awakî berdewamî, pisporên leşkerî yên Sovyetê, di xizmeta artêşa Iraqê de bûn. Alîkarî ji welatên Rojava û Rojhilat her dihatin kirin. Bi komkirina van tiştên jorin, Iraq di dawiya 1980-an de sîstemeke leşkerî û çekdarî ya herî nûjen û bilind pêk anî.

Hêzên Kurdên çekdar û merkezên wan, ji ber êrîşên kîmyewî û çekên giran hema hema li nav axa Kurdistana Başûr neman. Partî û hêzên Kurd, merkez û pêşmêrgeyên xwe ji Kurdistana Başûr kişandin herêma Kurdistana İranê. Saddamê faşîst, piştî serketina şerê li dij İranê Kurdistanê carekê din çol û wêran kir.

Lê, şer bi xwe re barekî gelek giran ani ser aboriya Iraqê. Deynê Bexdayê, nêzî 100 milyar dolar bû. Bêkarî gelekî zêde bû. Ew bû pirsek ji yên herî girîng. Gelek kargeh nedikarîbûn kar bikin an jî berhemên wan kêm bûn. İraq, di krîzeke bê ser û ber û kûr de bû. Ji serxweşiya serketina şerê İranê, divê Saddam planên êrîş û dagîrkirineke nû bidîta û wê pêk bihaniya.

.....

 

Amed Tîgrîs
Cemal B atun
Xorto

Roj bi roj şerê Kendavê û Kurd

Apec

Apec
Ror bi roj Şerê Kendavê (Xelîcê) û Kurd
Författare / Nivîskar:
Amed Tîgrîs
Cemal Batun
Xorto
weşan no: 20

Utgivare / Weşanxane
Apec-Tryck & Förlag
Çap û weşanxana Apec

Adres / Navnîşan:
Box: 3318, 163 03 Spånga / Sweden
Telefon: 08-761 81 18
Telefax: 08/761 24 90

Tîrmeh 1992

ISBN: 91-87730-25-1



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar