Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Siya bêdengiyê


Nivîskar : Suzan Samancı
Weşan : Aram Tarîx & Cîh : 1987, Stenbol
Pêşgotin : Rûpel : 108
Wergêr : Roşan LezgînISBN : 975-8242-51-2
Ziman : KurdîEbad : 135x205 mm
Hejmara FIKP : Liv. Ku. 32Mijar : Wêje

Siya bêdengiyê

Siya bêdengiyê

Suzan Samanci

Aram

Suzan Samanci; di sala 1962'yan de li Amedê hatiye dinê. Samanci, destpêkê bi ristina helbestan dest bi wêjeyê kir. Helbestên wê yên pêşîn di nav salên 1985-1987'an de di kovara "Sanat olayı" de weşiyan. Çîrokên xwe yên pêşiyê di pirtûka bi navê "Eriyip gidiyor gece" (Şev dihele û diçe) de dan ser hev. Pirtûkên wê yên çîrokan; di sala 1993'an de "Reçine kokuyordu Hêlin" (Bêhna gêzoyê ji Helinê dihat) (weşanên Can), di sala 1996'an de "Kıraç dağlar kar tuttu" (Çiyayên bejî berfê girtin) (weşanên Can) weşiyan. "Reçine kokuyordu Hêlin" bi heman navî li Swêdê bi zimanê alman, li Spanya û Belçîqayê jî bi zimanê flamanî weşiyan. Û "Kıraç dağlar kar tuttu" jî, li Macarîstanê çap bû. Dîsa, "Reçine kokuyordu Hêlin" bi navê "Bajarê mirinê" ji Weşanên Avesta derçû. Pirtûka wê ya bi navê "Kıraç dağlar kar tuttu" di pêşbaziya çîrokan a Orhan Kemal de xelata duyemîn ya sala 1997'an wergirt. Çîroka Samanci ya bi navê "Perili kent" (Bajarê bi perî") di pêşbaziyeke "Radyoya dengê Almanyayê de", di nav 25 ên pêşiyê de hate nirxandin û bi zimanê tirkî û alman weşiya. Çîroka wê ya bi navê "İki anne" (Du dayik) jî li ingilîzî hate wergerandin û di kovara PEN'a navnetewî de cih girt.


Naverok

Siya bêdengiyê

Errrik / 9
Otomabîla di rê de / 15
Hespê kumêt / 21
Bi qasî buhustekê be / 27
Endîşe / 31
Min bêriya bêhna zebeşan kiriye / 37
Hesenê Geliboluyî / 45
Ezê şîna te negerînim / 51
Yê baxçe / 55
Îtirafkar / 63
Rojîn / 69
Dayîka Hîvda / 75
Bajarê bi perî / 79
Hêstirên min ên reşik / 87
Xwîşka min a mezin bû / 91
Xwezî li çardeheyvê bimirima / 93
Li nav qata bilind / 95
Hêjayî her tiştî bû / 99
Tifû teres / 105

"Ez her dem, xwe qismen bi çavên ên din dibînim."

Willam L. Randall

ERRRIK

Li bin dara li ber rawestgehê mîna peykerekî sekinîbû. Lîçika ku ji pozê wî diherikî bi pişta destê xwe paqij dikir û bi wan çavên xwe yên sorbûyî kesên ku diçûn û dihatin dinihêrî. Ji qîre-qîran, ji dengê firêna wesaîtan vediciniqî û pê re jî serê xwe dikişand nava saqoyê xwe.

Bihar bû. Dar û ber bi gûşiyên leylaqan xemilî bûn. Li ser rûyê însanan ew mestbûna şîrîn a biharî veniştîbû. Dema em di ber wî re bihurîn di bin çengê xwe re li me dinihêrt. Destê xwe bir ser lêvên xwe yên ku mîna karokan nepixî bûn û ji me cixare xwest. Me du heb danê. Bi kenekî tewş devê wî vebû. Ew diranê wî yê mîna bizmareke zengargirtî, xuya kir.

Destê min û Sunayê di nav hev de bûn. Min destê wê dişidand û li kuncikên xewle ew radimûsa. Şerm dikir. "Wisa meke! Wê hinek me bibînîn" digot û pê re jî li der û dorê dinihêrî. Paşê bi kelecan got, "Wa li dû me tê!" Min got, "Kî?" Devê xwe anî ber guhê min û got, "Ew mêrikê ku me cixare dayê."Hilma wê ya ku bêhna qehwê jê difûriya hundirê min dixdixand. Min destê wê hîn bêhtir Şidand û min got, "Bila bê, wê çi bibe?" Dema em li serê kolanan, ji vî aliyê rê derbasî kolana din dibûn, min di ser milê xwe re awirek dayê; ewê ku me cixare dabûyê di nava wî saqoyê xwe yê fereh de bi çindikan dimeşiya û hilmên ku ji cixareyê dikişand, ber bi ezman ve pif dikir. Di nava kolanê de her du milên xwe ji hev vekirin û rast sekinî. Dema her du milên wî wiha vekirî li hewa sekinandî bûn, eynî di dirûvê kêlîkeke girs a tirsnak a di nav bostanan de bû. Wekî ku bi me re biaxife, peyvine ...

Suzan Samanci

Siya bêdengiyê

Aram

Weşanên Aram 51
Siya Bêdengiyê
Suzan Samanci
Werger ji tirkî:  Roşan Lezgîn

© Weşanên Aram

Weşanên Aram: Berfenbar 2002
Amadekarê weşanê: Qahir Bateyî
Berg sazî: Etik Ajans
Çapkirin û cild: Berdan matbaacılık

Weşanên Aram
Evliya Çelebi mah. Aybastı sok. no:19/5
Beyoğlu - İstanbul
Tel: 0212 292 89 40
Fax: 0212 292 89 41

ISBN: 975-8242-51-2

PDF
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne.


Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar