Mexzena xwînê
Rênas Jiyan
Belkî
Rênas Jiyan, bi navê wî yê din Zübeyir Avcı, di sala 1974an de li Qoserê çêbû. Li Zanîngeha Dîclê Fakulteya Perwerdahiyê Beşa Mamostetiya Seretayî xwend. Di 1992yan û 2002yan de hat girtin. Piştî girtina 2002yan hat mişextkirin. Di 1999an di Pirtûka wî ya helbestan a bi navê Janya çap bû.
Koleksiyonên çirûskên çavên Asyayê
koleksiyona 1'em, li ber şibakê, destê sibê
ev çirûsk, ji flaşa birûskekê ya zarokan li ber wê
fotografên xwe dikişandin hatiye berhevkirin
di talim berfdimskê û di bêhna nanê sêlê
yê zivistanî tê lêxistin de ye
.....
PÊŞGOTIN
Bi vê pirtûkê an jî bi vê helbestê min xwest ku ji helbestê wêdetir ez tiştekî çêbikim.
Carna helbest û hemû celebên edebî yên din, di bilandin û vegotina hinek tiştan de sêwî û reben dimînin. Wê çaxê rê û xaçîrêkên din tên ceribandin bêyî ku mirov wê nizanibe bê çi xetere an jî xweşî di wê rêveçûnê de wê li pêşiya wî/wê bin, surpriz wê çi bin.
Ev pirtûk, ev çirûsk xwe ji xweliya xwe vejandiye. Bi girtina min re ew jî hate girtin, ez hatim berdan piştî qederekê, lê, ew girtî ma ango ew hat tahrîbkirin û wendakirin. Îro ew hatiye temamkirin. Lê min ew temam kir an ew ji girtîgehê, ji arşîwên girtîgehê reviya ez nizanim.
Tiştê ez dizanim me gelekî ji hevdu hez dikir û keda me di ber hev de pir bû. Ez li xwe mikur bêm ji nû de nivîsandina wê ez gelekî betilandim û êşandim jî...Lê min xistibû serê xwe çawa be, bi çi şiklî be jî ew ê bê temamkirin. Temam bû, lê di navbera nusheya ewil û ya niha de ji sedî sî-çel ferq heye, ez çi bikim,min bîra xwe gelekî êşand encax ew qas jê derket, ji xwe koleksiyon yani beşên wê ji kaniya binhişînê diherikîn, piştî wendabûna wê, bû karekî binhişîna binhişînê, lê carna çirûskên wê rê li ber min ronî dikirin.
Carna gava min çavên xwe digirtin an jî vekirîbûn di hişê min de hinek tabloyên tahl an jî şêrîn çêdibûn, min orijîna wan nizanîbû ji bo çi ye, lê her û her di hişê min de bûn, min hinek ji wan veçirandin û deşifre kirin, lê hinekan ji wan zora min bir û wer man. Surrealîstan çi di binhişîna (soubeconsiance) wan de bûya bêyî ku sererast bikin, ava bikin û li ser wan bişuxulin diteyisandin ser qaxezê, binhişîna wan çi qasî absurd, beloq, bê wate û bê teşe bûya jî, wan diteyisand ser qaxezê û dikirin helbest, yên wênesaz dikirin wêne; ev di heman wextî de dibû xusûsiyeteke sereke ya surrealîzmê jî. Lê min weha nekir, min ev tabloyên binhişînê yek bi yek bi wate, bi cih, bi wext, bi tahm û bi bêhn kirin, weke wê ji beşên helbestê jî xuya bibin, min huwiyetek bi ber stuyên wan ve kir, belkî jî weke Jung dibêje ev ji ber binhişîna nasyonalî be jî, ji ber ku kurd û herweha ez û sûretên bihişîna min, em bê nasname bûn û hewcedariya me tavilê bi nasnameyeke eşkere hebû. Heta ji min hat, min nehişt qalib, teknik, teşe, têma û ahenga kevn a bi kurdî û ya bi zimanên din tev li vê berhemê bibe. Bi her awayê xwe, ziman, vegotin û teknîkê divê nuh bûya, bi vê armancê min hewil da. Min xwest ez bi dîroka bîranînên xwe, ne bi zimanê zarokekî êdî bi zimanê mezinekî bi riya van bîranînan -ku min ji wan re di vê helbestê de koleksiyan got- xwe nas bikim, xwe bi nav bikim, xwe bi tahm, bêhn, cih û war bikim û herweha xwendevanên xwe jî.
Hinek beşên vê pirtûkê ne ji binhişînê hatine pê, ji heyata reel hatine berhevkirin, ji ber ku bûyerên îro ango aktualîteya îro wê ji bo sibêro bibe sermiyanê binhişîneke pêş. Çi qasî çavên mirov girtî bin û di vê girtîbûna çavan de, xeyal ji wan biwelidin jî; gava vekirî bin jî xeyalan diherikînin gola mejî. Binhişîn, hiş û serhişîn sê qonaxê girîng yên xeyal û ramanê ne. Bi binhişînê raman an jî îmajên kûr, bi serhişînê raman an jî îmajên bilind û bi hiş jî raman an jî îmajên bi rade diafirin. Ji bo berhemeke baş ev her sê qonax gelekî sûdewar in, ev berhem hewildaneke realîzekirina van her sê qonaxan e.
Hinek koleksiyon bi şêwaza modern, hinek bi şêwaza postmodern, hinek bi ya otantîk-pastoral, hinek bi ya reel, hinek bi ya surreel herweha bi bizarkirina sembolî, bi harmoniya nazenîniya taybetmendiyên kurmancî, bi teşeyeke guhertî û bi lîrîzma li ruhê helbestê enjektekirî hatine çêkirin.
Ji bo helbestekê, hêma fonksiyona bizmar û têma fonksiyona çakûç hildigire ser xwe. Têmaya ji hêmayê mahrûm û hêmaya ji têmayê mahrûm helbestê an jî wêjeyê di gerîneka demê ya cîhanê de difetisîne. Têmaya ji hêmayê û hêmaya ji têmayê mahrûm; ji bo rakirina hudûdên, însan di hundirê xwe de kirine weke kêzikan; pifeke bêbandor û kedeke qop e.
Rênas Jiyan
Mexzena xwînê
Belkî
Weşanên Belkî: 2
Rêza wêjeyê:2
Mexzena xwînê
Rênas Jiyan
Edîtor: Rênas Jiyan
Wêneyê bergê:Tawanê qesra Ishaq Paşa
Şêwirmendê hunerî: Lal Laleş
Redaksiyon: Belkî
Teshîh: Serkeft Botan
Mîzanpaj û berg: Boran bilgisayar
Çapa yekem: Razber - 2003, 2000 heb
Çap:İleri matbaacılık
Belkî basın - yayın dağıtım
Kooperatifler mah. yeni sok. erdolu apt. no:1
Yenişehir - Diyarbakır
Tel-fax:(0412)224 47 72
ISBN:975-92180-1-1