Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çend çirûsk, pengek ji kurte çîrokan


Nivîskar : Mehmûdê Eko
Weşan : Compte d'auteur Tarîx & Cîh : 1999,
Pêşgotin : Rûpel : 66
Wergêr : ISBN :
Ziman : KurdîEbad : 140x205 mm
Hejmara FIKP : Br. Ku. 1724Mijar : Wêje

Çend çirûsk, pengek ji kurte çîrokan

Çend çirûsk, pengek ji kurte çîrokan

Mehmûdê Eko

Compte d’auteur

Serşoka gunehan

Tê bîra te, wexta ku te ez di birînên xwe de vedşartim, û te lerzên min dilorandin.

Li ser çoga te ez û xewnên xwe yên xilmaşbûyî dibûn du termên bê liqandin û liv, û te borîna min di parastegehên destanî de haş dikirin.

Tê bîra ie, wexta zayîna derdên qedexkirî li hêvî yên me dibanîyan.

Tê bîra te, wexta ku koçên bêwarî yê ji bîranînên me re darbestek ji şoqil û pîvongan darvedkirin.

Tê bîra te, wexta ku em derbasî serşoka gunehan dibûn, û bi hevokên pîroz re canê me yê nazik li sûc û gunehan diqelibî, hingî poşmanî yên me hev dixwarin...

Naverok

Ez jî rojekê ewîndar bûm / 5 - 13
Goristan / 14 - 27
Kîjan ez bûm / 28 - 39
Çend çirûsk / 40 - 43
Dema hebûn hat / 44 - 51
Ez ji te hez dikim / 52 - 55
Erê gelokê / 56 - 59
Carekê çû û nema hat / 60 - 63
Serşoka gunehan / 64 - 66

EZ JÎ ROJEKÊ EVÎNDAR BÛM

Xuşîna daran pirr bi guhên min xweş dihat. Dem payîz bû, dilopên baranê dîmenê guroveriya gola avê qulqulkî dikirin. Ez bi wê dîmenê pirr kêfxweş dibûm, nexasim dema ku dilopin jê bi ser pozê min de dişemitîn. Hino hino ba bi hêz dibû, libên baranê girtir dibûn, xurexura baranê ji canê min re dibû mîna kêfxweşiyeke nediyar. Ez jî mîna wan çûkên xwe dabûn ber sitara, di bin çuqlîkî de yan jî di bin perrê daran de, xwe ji baran û şiliyê diparastin, tevî ku payîzê tu şînî bi daran ve nehiştibû.

Dengê bê bi sistayî xwe ji guhê min qut dikir û baranê dilopên xwe kêm dikirin. Rojê bi payebûn sîtavên xwe dikirin diyarî û dengê çûk û çivîkan li wê daristanê dibû mîna sînfoniyekê. Her dever di evîna wê kurtedemê de dijiya. Bi wê sistayê re dar û sipîndar û hertiştê heyî ji jiyanê re dibûn qurban...


Mehmûdê Eko

Çend çirûsk, pengek ji kurte çîrokan

Compte d’auteur

Compte d’auteur
Wêne ya qabê: Birahimê Eko
Wêne yên hundir: Seûd Ahmed / Elman Kunî
Rêzkirin: M. Eko
Serrastkirina rêzimanî û lêveger: Silêman Alî
Deranîn:
Agniz Hazin Yêger
Hemî maf ji nivîskar re parastî ne
1500
Çapa yekem, adar 1999



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar