Pêşgotin
Gelek tabûyên di nav konteksta şiddeta li dijî jinê de nedihatin bilêvkirin, bi xêra hewldanên wêrek yên gelek çalakgerên mafên jinan û saziyên jinan di van 10 salên dawiyê de eşkere bûn. Gunehên mîna “kuştinên ji bo namûsê”, şîdeta nava malê, seqetkirina endamên cinsî yên jinan (Sinetkirina Jinan), êşkenceya cinsî û destavêtin weke gunehê şer bûne mijarên nîqaşên civakî û kampanyayên navneteweyî. Ev bandorê li Jînenîgariya bi milyonan jinan dike. Di hemû civakên baviksalar de, şîdeta li ser hîmê cinsan a di tayfeke fereh de û cihêkariya di asta malbatê û saziyan de, ji bo jinan rê li rîskeke mezin a serboriyên trawmatîk vedike. Ji bo ku mirov bi awayekî berdar li dijî wan têbikoşe hîn jî gelek aliyên şîdeta li ser hîmê cinsan û şîdeta hatî cinsîkirin û bi taybetî têkîliya wan a dualî bi şewazên din ên cihêkariyê re divê ji nêz ve werin lêkolan.
Li hember vê raboriyê, ji sala 2000’î û vir ve rêxistinên mafên jinan û çapemeniyê destpê kir, bala xwe dane rewşa jinên kurd. Ji wê demê ve rojnameyan der barê rêjeya gelekî mezin a xwekuştina jinan li bajarê Kurdan Batmanê (Tirkiye), xweşewitandinên jinan li herêmên Kurdan ên Iraq û Îranê, an jî rêjeyên pêkhatina “kuştinên ji bo namûsê” de nivîsîn ku jiyana gelek jinên kurd li welatên wan û li cihên koçberî wan bûne dixe tehlûkeyê. Lê ev çend xalên balkêş têrê nakin mirov mînakên tekilîhev ên cihêkariyê û şewazên şîdetê ku bandorê li jiyana jinên kurd dike, vebêje. Şîdeta baviksalar di nava saziya civaka ‘kevneşop’ de ne şêwaza yekane ye ku jinên kurd pêre rûbirû dimînin. Lê belê şîdeta weha dikare jiyana jinên kurd bixe tehlûkeyê, weke jinên hemû civakên baviksalar. Tepisandina çandî, neteweyî, aborî û siyasî ya Kurdan li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyê ev bûn zêdeyî çar nifşan ku jiyanên wan diyar dike...
Li ser navê Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad Ann-Kristin Kowarsch û Nursel Kiliç |