Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Memê û Eyşê - şano


Nivîskar : Taharê Biro
Weşan : Enstîtuya kurdî ya Brukselê Tarîx & Cîh : 1991, Bruxelles
Pêşgotin : Rûpel : 162
Wergêr : ISBN :
Ziman : KurdîEbad : 130x190 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kl. 2191Mijar : Wêje

Danasîn Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Memê û Eyşê - şano


Memê û Eyşê
(şano)

TAHARÊ BIRO di sala 1923 de li gundê Şênkanî, Ermenistana Soviyêtî, ji diya xwe bûye. Piştî sê mehan, dê û bava wî derbasi Gurcistanê dibin, Ali bajarê Tbîlîsê bi ci dibin û heta iro jî ali wê derê dijîn.

Taharê Bîro xwendina xwe ya navîn li dibistana bajarê Tbiîsiyê dest pê dike. Pey wê, di sala 1948 de kolêja pevgirêdanê diqedîne û ali balafirxana Tbîlîsiyê karê teknîkî dike. Di sala 1961 de, ew xwendina balafiriyê li Enstituya bajarê Kiyêvê temam dike û heft salan weka muhendis dixebite. Piştre, bîst satan li daîra Taxomêtriyê ya taybetî kar dike. Gelek xebatên wî di malhebûna gel de hatine bi kar anîn.

Di ciwaniya xwe de Taharê Biro hez ji nîvîsînê dike û di nav nivîskarên Kurdên Sovyetê de ciyê xwe yê hêja digire. Afirandinên wî bi zimanê gurcî, ermenî, rûsî. azeri û osî hatine weşandin. Pirtaka xwe ya pêşîn, "Şêr", di sala 1954 de bi zimanê kurdî nivîsî. Helbestên wî li ser antifaşism, aşîtî, evîn, mêrxasî û tabîetê ne û nêzikî ruhê gel in. Ew nûçevanê rojnama "Rîya Teze" li Gurcistanê, endamê Yekitiya Nivîskarên Sovyêtî û endamê Yekîtiya Rojnamevanên Sovyêtî ye.

Taharê Biro xwe di janra dramaturjiyê de jî ceribandiye. Wî vê pyêsê di sala 1967 de nivîsiye. Tê de xem û xeyala gelê xwe yên pirr kûr nîşan dide. Fikra pyêsê ya sereke trajêdiya dê û kur, bindestiya gel, dijîtiya şêx, pîr û begên kurd ku ji bo kara xwe li hev nayên û gelê xwe dipelixînin e. Em di vê şanoyê de dewlemendûn û xweşikbûna cillên kurdî, taybeti­yên adetên olî yên Kurdên Yezidî, weka Pîr, mirîd (kesê di bin destê Pîr de), şems (tav), ocax (quncika limêjê).... û awayê jiyana Kurdan jî dibînin.



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar