Çend rûpel ji dîroka gelê kurd
Ev kitêba destê we ya dîroknasê hêja Mamoste Dr. Kemal Mezher Ehmed e ku orîjînalê wê bi Zarava Soranî (Kurmancîya Xwarê) bi navê "Çend Lapereyek Le Mêjûwê Gelê Kurd" (beşê yekem) di sala 1985'an de li Iraqê hatîye çapkirin. Di wergerandinê de hin metnên wergerê yên ku ji rojname û kovarên Kurdî (her wekî rojnama Kurdistan) hatine stendin ji bo wergerandinek hîn tekûztir çêbe, karê dana wan ber orîjînalan ji aliyê Mamoste Malmîsanij de hatîye kirin. Em li vir sipasê xwe jê re dikin.
Kitêb ji şanzdeh gotarên Dr. Kemal Mezher ên di cuda cuda deman de hatine nivîsandin pêk té. Her yek ji van gotaran bi serê xwe quncikek dîroka gelê me yên di tarîtîyê de mayîn didin ronîkirin. Bi kurtî mirov dikare bêje her yek ji van gotaran ji me re wek kitêbek in.
Bêguman afirandinên Dr. Kemal Mezher ne ev tenê ye. Bi dehan gotar il kitêbên wî yên gelek hêja yên di warê lêkolîna dîroka Kurdistanê de hene. Lê gelek mixabin ji ber bikaranîn alfabek aida, heta îro, nemaze xwendevanên Kurdistana bakur nekarîne îstîfade ji van afirandinên hêja bikin. Ji ber vê em dibêjin ku gava xwendevan vê kitêba destê xwe de bixwîne biqedîne em bawer dikin wê ew jî bigihîje wê qeneetê ku bi çapkirin Kurmancîya wê, me çawa kareki di cih de kirîye. Ger xwendevarên hêja beşdarîya vê nêrîna me bike em xwe bextîyar dihesibînin. NAVEROK
Daxuyanîyek Kurt / 3 Pêşgotina Nivîskar / 5
Mijara Yekem : Rola Kurdan Di Dîroka Şaristanîyetê de / 7
Mijara Diduyan : Balkêşanek Dîrokî Li Ser Zimanê Me / 11
Mijara Sisîyan : Şerefname Di Kurdnasîya Sovyet de / 19
Mijara Çaran: Kurd Li Ba Gordlevskî / 31
Mijara Pêncan : Li Ser Karaktera Serîhildana Mezin a Sala 1925'an / 56
Mijara Şeşan : Komela Gelan (Cemiyetî 'Ekwam) û Kurd / 78
Mijara Heftan : Çend Belge Ji Dîroka Kurdistanê / 113
Mijara Heştan: Yekemîn Çapxana Kurdî Ya Bajarê Silêmanîyê / 133
Mijara Nehan : Cîyê Gelê Kurd Di Şoreşa Bîstan de / 140
Mijara Dehan : Şoreşa Bîstan Sebeb, Netîce û Qîmeta Wê / 149
Mijara Yanzdehan : Li Ser Serîhildana Mezin a Kariûna Duyem a sala 1948'an û Cîyê Gelê Kurd Di Wê Serîhildanê de / 171
Mijara Danzdehan : Çend Rûpelek Ji Dîroka Çîna Karker a Kurd / 194
Mijara Sêzdehan : Xelata "Mêjû" / 206
Mijara Çardehan : Fatme Mihyeddîn : Perîya Pêşeng û Eskera Bê Nav / 216
Mijara Panzdehan : Matenedaran An Cewherek Ji Cewhera Rojhilat / 223
Mijara Şanzdehan : Kurd û Çirûskek Dûr a Agirê Şerê Duyem / 230
Endeksa Nav û Cyan / 233 PÊŞGOTIN
"Çend Rûpel Ji Dîroka Gelê Kurd", ji beşek .wan gotarên min ên di derbarên cuda ya dîroka Kurd ên di çapemenîyên Kurdî de min weşandî, pêkhatine.
Gotarên wisa tê de henin ku temenê wan digihîjin çarîk sedsalek, li gora bawerîya min hemû jî hêjan e. Ji ber vê yekê mîn pêwist zanî wan berhev bikim û carek din ji nû de pêşkêşê xwendevaran -bikim û bi vî awayî jî ji fewtandinê rizgar bikim.
Di hinek cîyên gelek pêwîstî nebe, min dest neda naverok û rênivîsa gotaran, di gelek hêlan de weşandina bi vî awayî baştir e. Lê min bi naçarî hinek cîyan jê derxist yan hinek guherand!.. Evên han jî tenê di hêla şiklê nivîsandina mijaran de guherandin kir.
Ez hêvîdar im bi vê berhemê bikarim xizmetek pêşkêşî xwendevarên Kurd ên xoşewîst bikim. Eva demek bû jî min dixwest gotarek di derbarê Kerîmê Heleke yê Wezîrê Darayî ya Şêx Mehmud û cîyê dîyar a vê binemala serbilind binivîsim, lê carek bila ev dîyarîya min a han di cîyê wê de be. Bereketa Xwedê navê be, di saya Xwedê de şûnewarê Kerîmê Heleke winda nebû... Tu bêjî yek ji wan Kurdan heye ku Mamoste Mesîh İskender binase û bi dilek xweş rêzê jê re negre. Qet dûr nîne ger Mesîhê mezin zindî be, dê destê xwe yê pîroz bi serê wî de bîne û je re bêje:
"Ez bextewar im mirovek wek te hilgirê navê min e!" ÇEND RÛPEL JI DÎROKA GELÊ KURD
Weşan no: 7
Utgivare: Apec-Tryck & Förlag
Çap û Weşanxana APEC
Nivîskar: Dr. K. Mezher Ehmed Wergêr: Elîşêr
Adress: Apec-Tryck & Förlag Spångavägen 345
Box 3318 163 03 Spånga / SWEDEN Tel: 08-761 81 18 Fax: 08-76124 90
STOCKHOLM 1991 |