DERSÊN SERÎETÊ
Dilovan û Mihrivan
Bi Navê Yezdanê Pak ê
JI XWEDÊ MEZINTIR TU KES NÎNE
Riknên Bawerîyê
Riknên bawerîyê şeş in:Bawerîya bi Xwedê, bi ferişteyên wî, bi pêxemberên
wî, bi kitêbên wî, bi roja paşîyê û bi qeda û qederê.
Bawerîya Bi Xwedê
Bawerîya bi Xwredê ew e ko tu bawer
bikî:
1 - Xwedê heye, 2 - qedim e ango kevn e, 3 - baqî ye ango her heye, çûna wî nîne, 4 - ne weke tu tiştî ye, 5 - bi nefsa xwe qaîm e, ango bi xwe ye, 6 - yek e, 7 - xwey qudret e, 8 - xwey irade ye, 9 - zana ye, 10 - sax e, 11, dibihîse, 12 - dibîne 13 - diaxêve. Riknên Islamê.....
DÎBACE
Ji serekên Kurdistanê ên delal û giran re..
Tu şik tê de nîne ko ji bo me tiemîyan, daxwaza mezintir serbestîya welêt e.
Her kes dizane ko serbilindayî û azayîya miletekî bi zanîn û bi mêranîya Avelatîyên hev dikevin dest. Miletên dinyayê ên aza û serbest bi zanînê serfiraz û xurt bûne. Destpêka .zanînê jî xwendin û nivîsandin e.
Heke îro Kurdistan wêran e û Kurd perîşan in, ev du belayên mezin, ji nezanîya xelkê me ye. Xwenda di nav kurdan de kêm in û birê Kurdan ê bihtir hê zmanê xwe ê şîrîn nikarin bixwînin û binvîsînin.
Ji ber ko milet nikare bixwîne û binivîse, kitêb, rojname, cerîde û kovarên
kurdî dernakevin ko derketin jî, nikarin bijîn, dimirin. Miletekî bê kitêb û cerîde, miletekî...
KITÊBXANA HAWARÊ
HEJMAR
12
DERSÊN ŞERÎETÊ
DR. KAMIRAN ALÎ BEDIR-XAN
ÇAPXANA TEREQÎ
ŞAM
1938