La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Hisret


Éditeur : Compte d'auteur Date & Lieu : 2004, Yêrêvan
Préface : Pages : 112
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 140x210 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 1588Thème : Poésie

Hisret

HISRET

Bira xwezil Kurdistana min şen bibûya,
Milete min aza, xwendî û zen bûya,
Derge-dîwan bi zman û zare min bûya,
Qewm û milet li her çar heware min bûya,
Bira hinge ayê şevê li min çar bûya,
Kelefekî weran minra cî-star bûya
Qerpalekî reş li stûye minda xar bûya,
Bira gezîk dergevana destê min bûya
Soqaqeke Êl-Cizîrê "posta" min bûya...

 

NAVEROK

Ji rûpêlêd jîyana Fêrîkê Ûsiv / 3
Helbest / 20
Bira xwezil / 21 
Kurdistan / 21
Kurê minra / 22
Xûna miletê min / 22
Şêlû nekin / 23
Cimeta min ker-kerî / 24
Fîrdosîê mezin / 24
Bavmezinê kurda / 26
Mustefa Barzanîra / 27
Dengê Arif / 28
Ey, kurdê keleş / 28
Çêndik û çend sal / 29
Kurdistan, Kurdistan / 31
Demaxatirî / 31
Deng-ceng / 32
Kurd xerîbdoste / 33
Gulîzera min / 34
Dengê Şero / 34
Melleyê Cizîrî / 36
Hecîê Cindîra / 37
H. Cindîra / 37
H. C. / 38
Serê pêsekinîya / 39
Frîcêra / 40
Bona dayka min / 41
Birê min Hemora / 41
Helala minra / 42
Zerê — Zoro / 42
Zerêra / 42
Nevîya minra / 43
Pampa min / 44
Poêm / 45
Hisret / 46
Rihana Reso / 83

JI RÛPÊLÊN JÎYANA FÊRÎKÊ ÛSIV
(1934 –1997)

1. PÊŞIYÊD FÊRÎK
Pêşîyêd Fêrîkê Ûsiv ji qeza Qersêne, ji gundê Emançaîrê. Bavê wî-Ûsivê Îvoyê Hemo, ji êla sîpka, bereka wutîya bû. Şeş zarê Îvoyê Hemo û Zeyneva jina wî hebûne-Hesen, Zozan, Çîlê, Xezal, Kidê, Usiv.

Ewana pey şerê hemdinyayêyî pêşinra mihacir dibin. Nava ser û dewada, xelayî-celaêda ji maleke mezin çar nefer zêndî dimînin Hesen, Kidê, Ûsiv û Xezal. Xezal Romêda dimîne. Wexta koçerbûnê rêva mêrê wê Koroxlî dikujin, û Hesenîkê Cemaldîn Xezalê çawa jina xwe lê xwey derdikeve. Bo xatirê dya xwe bi pirs-pirsyara nuxurîê Xezalê-Riza, sala 1980-î ji Romê hate Ermenîstanê... hate dîtina xatî û xalêd xwe. Ewî gilî kir-çawa dya wî hertim destê wî digirt, û ew dihatine ber avê-wî alî sînor, û ewê dikire gazi, ji sînorçîya pirsa xûskbrê xwe dikir.

Paşwextîyê Fêrîkê Ûsivê sayîr derheqa hatina kurmeta xwe Rizada poêma xwe "Rizaê kurmet" nivîsî.
Rza çawa hate Yêrêvanê, sibetirê tevî Gula jina xwe çû Pampê. Wir Riza çû pala çîyayê bilind "ser mezelê xal û xatî" û...

Çenge xwelîya mezelê xal
Û mezelê Kida xatî
Dike nava dezmala al
Bi tiberkî, bi tulizmatî,
Wekî bive-here wira, Bireşîne bi şîn-şayî,
Ser mezelê xûska waneAx û keser dilda mayî...

Em vegerine ser sê neferê mayîn-Hesen, Ûsiv û Kidê.

Ewana tevî qewm-pismamêd xwe ewil li Tiflîsê star divin, paşê têne Ermenîstanê, gundê Pampa kurda.

Ûsivê Îvo li Emançaîrê panzdeh salîêda Misqalê distîne. Du kurê wan bûne-Pasa, Teyo. Misqal û Pasa revêda dimirin. Jina Hesenê Îvoye pêşin Cewê bûye. Pey mirina wêra Hesen Hacê distîne.

Fêrîk glî dikir, digo: "Pampêda dilê bavê min dikeve Porsopê. Lê Porsor bona Biroê qaçax nîşankirî bûye. Hesenê ap hewza xwe dike, brê xwera divê:

-Dest ji wê bikşîne...

Wî çaxî Cemeda Emerê bi hatibûye Pampê, mala bavê xwe. Rojekê Ûsivê bavê min tevî kurapê xwe-Cerkezê Nado, diçine mehela mixayîla. Dya min, Cemeda Emer, ku tê ber wanara derbaz dibe, çev bedewya Ûsiv dikeve, xwe şaş dike, dişqite, dikeve erdê..

Cerkezê Nado ha-hanga divê:

-Aha eva qurbana kurapê min bû...

Dya min jî yeke sufet qemer, bejn bilind bûye... Dilê bavê min xarîc dibe ser dya min, û Ûsivê Îvo cara duda dizewice, apê min Cemedê Ûsivra dixweze".

Pey zewacêra Ûsiv û Hesen dîsa diçine Tiflîsê. Dixebitin salekêduda, vedigerin têne Pampê, dikevine tamekî kevn. Lê zûtirekê bi gaerebê Ûsivê Emer-brê Cemedê, kevir, dar-bara tînîn û xwera tam çêdikin, gundê Pampa Kurdada(Sîpana niha) dihêwirin, dibine malavayî.

A li Pampê sala 1934-a 2-ê meha mijdarê (noyabirê) Ûsivê Îvo û Cemeda Emerra ewledekî kurîn jî dibe. Navê wî datînin Fêrîk.

Fêrîkê Ûsiv
Hisret

Yêrêvan - 2004

Giredayî 70 salîya bûyîna helbestvan Ferike Ûsiv ve-pirtûk
bona weşane hazirkir Frîda Hecî Cevvarî.

Redaktör - ÇERKEZE REŞ

Ve pirtûkeda peşxeberek - "Ji rûpelen jîyana Ferike Ûsiv"
çend helbesten wîye wetenhizîye û du poêmêd wî cî-war bûne.

PDF
Téléchargement de document non-autorisé.


Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues