La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dîwana Reş - I


Auteur : Feqîr Ahmed
Éditeur : Kurdistan Date & Lieu : 1990, Osnab
Préface : E. XemgînPages : 201
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 140x210 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 1759 Thème : Poésie

Dîwana Reş - I

Dîwana Reş - I

AXINA MIN KURDISTAN

Ax tijêye
Xwûn, dibarê, tirs û xofa li varan
Çiyan û zinar deng dane hev dinalin
Şeye reşe hirç û havan di kalin

Pûk, baran, berf serma û bayê kur
Li min dibû gêjgerîng û serma pir
Ez xwe bavêm ber qefakî ku nemrim
Rêç windakir berîyê xwe da bayê kur

Kete pêş min darê hûr û wergi pir
Dişemitîm çalî ketin linge min

Bi ve tirsê bi ve xofe bi vi havî
Li xwe xist û got haho dayîka min

Hêza xwe kir ji ber piştê ranabim
Çalîyan derxim ii xwûnê xelas nabim

Xwûna min bîn da wa hovana kir zûrîn
Çeqel û rûvî kê tev buxwun laşê min
(...)

NAVROK

Axina min Kurdistan / 1
Xwe li te bigerînim / 13
Ey Şahlûlê min / 14
Sond bi avstan / 17
Çand û dîrok / 18
Lewca Azadî / 23
Hebûna Kurdistan / 24
Bibin hostê gelé xwe / 28
Li Helebce / 33
Nama Kurdistan / 35
Ji Dijminra Goristan / 38
Ez û Bilbil / 39
Ala Rengîn / 41
Apê Gedûr / 43
Te ez rizgar nekirim / 45
Pişta min jikest / 47
Karkirno werin em herin / 50
Welat / 51
Hevalê rêça min / 52
Şewat û nalîn / 54
Berbang / 55
Xortê Kurd / 56
Evîna bê hêvî / 62
Deşta Berazan / 63
Ey Mileto / 68
Derîya Evîne / 69
Ez kurmamê teme / 70
Memostan Cigerxwûn / 71
Baxçe Gulan / 74
Hevalen Cefakar / 76
Jîna min kete devê guran / 78
Gele hêja / 79
Silav ji bavo ra / 81
Gele Kurdistan de rabin / 83
Emine / 86
Serketin û Bilindî / 87
Va Axe xayîn / 88
Belengazên Kurdistan / 90
çel û çar / 92
Dilê min / 95
Sitêr / 97
Evîna bê ol / 98
Sistem bû a gundî û karkir / 99
Rakin Ala Cengê / 100
Barê Welat / 101
Govend / 102
Lêva sor / 103
Şîna Welat / 105
Evîn / 110
Ey karkirên Kurdistan / 112
Tazî û Birçîyan / 113
Dayîk / 114
Pirozkin / 115
Sebe Kurdistan / 116
Şevresî / 117
Jîna însanan / 121
Nuh-roj / 123
Yekî Gulan / 125
Dev-kên û Zik-dir / 126
Sîtil dikelê, sîtil / 128
Iro li Kurdistana me / 131
Hêz dikim / 133
Ji min sitandin / 134
Para gelî te tuneye / 135
Berdin bi hêz serî hildin / 137
Ax pişta  min / 140
Bêçîkçî / 141
Huniran bidin min / 143
Roja sor da kurd hene / 147
Tev hilweşandin / 148
Dilê bi kul / 150
Axan çikir / 152
Menalin / 154
Axan û began / 155
Koledare qebûl nakin / 156
Şoreşgerê Qehreman / 157
Ezim Kurdistan / 159
Kurdno / 164
Şîyarbûn / 166
Mujûlim / 167
Hisîyarî / 168
Qata bindest / 170
Şewitandin / 171
Welatê me Kurdan / 173
Gelî rakir çakûç û das / 174
Herdu hostê li Cihan / 175
Evîna karkir / 177
Keça berazan / 179
Min heval naskirin / 180
Hevalan sir neda dijmin / 182
Belengazî ya Filistîn / 183
Hêja û zana / 185
Çûme levan / 188
Sîngê bi pirç / 190
Cejna Kurdistan / 192
Partîya / 193
Xeml û xez / 194
Şermê gelê Kurdistan / 195
Xêr û bêra Kurdistan / 197

PÊŞGOTIN

Çewa her afirandin eynik û biriqîna ew mirov e. kû wê afirandinê dîxulqîne, ev afir- andine destê we jî biriqîna Feqîr e weka kû ez wî ji zû ve bi şexs dînasim. Feqîr bi vê afirandina xwe mafên sexsî û zomî di nav mafên gelê Kurdistan de helandiye, mafên gel yên giştî girtiye pêş û nêzîkiya xwe bi dilovanî honandiye, daye ber çav kû ew bi rastî  welatparêzê Kurdistan û ji helbes tvanekî girîngê Kurdistan e.

Bi avakirina vê afirandina xwe li gel pirsgirêk û hukmê giranbiha di nav gelê Kurdist- an, bi taybetî gerek bo xatir û qûdreta ronakbîrên fêodal, yên kû rûmetên gelê Kurdis tan bi dilxirabî pêş dikin û xwe pêşverû-welatparêz bi gelê Kurdistan didin nas - în, li ser qîmetên kû ne mafê wan e têtin rûniştandin, li gel neyîniya ev tişt bo gelê Kurdistan bi dilşewatî anîna ziman, perçebûna gelé Kurdistan ya fêodalî nexweştirîn aliyê gelê Kurdistan pêşçav xistin, ewên kû feyde ji vê rewşê dibînin û li mafên xwe yên sexsî digerin, çi bi bingeha baweriya olî, çi bi hebûna qudreta bingeha eşîrî dij- minê wanê bê aşitî ye. Ew dide zanîn kû ewan bi serdestan re xwediyê mafekî ne, li heremên Kurdis tan, ew des tdirêjên mafên dijminên kolonyalîs t li herem in; p ber vê yekê jî bi karînên kirêt gelê Kurdistan her tim di zorîna êşejiyan kişandinê de hîştine. Ev fêodalên des tlîzoka dijmin û hevalbendên wan ev cabş û sîxur yên rûreşên gelê Kurdistan ji bo mafên xwe yên rojane xweşbûna wan bi bê serefî dihonîne û ji bo eşkere kirina wan di nav gel de çi ji destên wî tên paş ve nahêle.

Ji vî ketibe, bi xemgînî diyar dike kû rûmeta rewşenbîr û welatparêzên, kû xwedî li qîmetên gelê Kurdistan derdikevin, kêm tê danîn, kêmaniya biriqandin û nasîna wan nav gel, ji hebûna kêmasî û têrnekirina îmkanan. kêm tê cî, ji ber vê yekê jî divêtiya pêşkêşkirina pêşengên têkoşîna serxwebûn, nasandina li dijî kolonyalîstan, dilgerm durust antî-fêodal bi rûmet ji bo pêşerojên Kurdistan bi qîmet û rûmeta rastîn bên cî kirin, dide zanin.

Ev afirandin ji bo gelê Kurdistan ne tenê bi aliyê welatparêzî, ji aliyê pirs ên demane yên gelê Kurdis tan dihonîne p girîng e, ewqas jî weka kû, ji aliyê ziman ji girîng e, wekî din afirandinek ji gelê Kurdistan re ji gelek aliyan giranbiha ye.

Ez di wê baweriyê de me, ev afirandin, kû di nav qîmetên gelê Kurdistan de ye, wê di pêvejokê de ji aliyê gel giranbiha bê dîtin û ciyê xwe yê pêwîst bigire.

E. XEMGÎN

FEQÎR AHMED
DÎWANA REŞ

Weşanên Kurdistan Kurdistan Verlag

Bestelladresse:
Weşanên Kurdistan-Kurdistan Verlag
Wachsbleiche 62
D- 4500 Osnab


©1990



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues