Çolistan
Erê ezê her wisa bêjim! Pêwîst nakê axaftinên din bêjim û dirêj bikim. Tenê, ger pirsa mal û dê û bavê min jî kirin êdî ew bi xwe ji rewşa Helebçeyê agandar in, dizanin çawa ye! Bi hîç rengekî gala wê nakim ku hûr û girên mal, menin û piçûk, ber bi gaza bomba kimyewî ketine C. mirine. Na. Ez naxwazim ku ev çend demên kurt û xweş, pir bixwesï, ji niska ve tek bibim û dilë hemûyan tije bikim ji xefet û matem û janê. Na! Eger pirsa mal ji min bikin, ezê bêjim: "Bas in", "Ew li Hemedan" in, "Li mala mirovekî bavê min in." Min firmêskên cavên xwe paqij kirin û tiliya xwe ji ser zengilê derî hiland. Zengilê derî di nav hewşê de deng veda. |