Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Yazınca 9


Weşan : Boğaziçi Üniversitesi Tarîx & Cîh : 2008, İstanbul
Pêşgotin : Rûpel : 148
Wergêr : ISBN :
Ziman : Kurdî, TirkîEbad : 155x225 mm
Mijar : Wêje

Danasîn Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Yazınca 9


Yazınca, kovara werger, lêkolîn û edebiyatê / çeviri, araştırma ve edebiyat dergisi

Em vê hejmara Yazıncayê yadîgarî te dikin kekê Mehmed Dirêj...

Mehmed Uzun mir. Di nav van şerên hov û êrîşên li ser aştiyê de Mehmed Uzunê ku dengê aştiyê bilind dikir mir. Wî ji zemanekî din, ji welatekî din gazi me dikir; awazê dengbêjan digihande me; digel ewqas zulm û zordarî û sirgûniyan, emrê xwe dabû zimanê xwe yê ku li ser sûnd hatibû xwarin; bi dehan kitêban li ber wan neheqî û tahdeyan sekinîbû.

Ji bo me ji her aliyan ve wateya ve hejmarê gelekî cuda û girîng e. Di sala 2003'an de Mehmed Uzun hatibû zanîngeha me, bibû mêvanê me. Her wê salê me dest bi xebatên xwe kiribû. Wî behsa serencama xwe, behsa edebiyata kurdî û romannûsiya kurdî kiribû. Li ser pêwîstiya edebiyateke serbixwe û pêşketî sekinîbû. Wî digot berî her tiştî aştî lazim e; lazim bû ku şer bisekine, mirov bi rehetî kul û keserên xwe ifade bikin, bê tirs û bê tahde jiyanên xwe bibin serî. Jiyana wî li welatê xerîbiyê derbas bibû; kul û merema wî nivîsandina bi zimanê xwe, yanî bi kurdî bû. Serketibû jî. Çak serketibû. Lê di hemû nivîs û axaftinên wî de tesîra jiyana sirgûniyê, hêmanên welatê xerîbiyê hebû. Dilkul bû. Keserkûr bû. Daxbar bû.

Digel ewqas kul û derdan, çavên wî dibiriqiyan bi dîtina me, bi dîtina ciwanên ku salon tejî kiribûn ji bo dîtina wî, guhdarîkirina wî, famkirina wî. Ji me re gotibû, riya herî baş li dijî pêşhukmiyên civakî, nijadperestî û şerî, têkoşîna bi rêka huner û edebiyatê ye. Kitêbên me yek û yek îmze kiribûn. Li nav çavên me hemûyan nihêrîbû û bi her yek ji me re du sê peyv kiribûn. Paşî, gava ji me xatira xwe dixwest got: "Bi dostanî" û çû.

Li gorî wî dengbêjan bir û baweriya gel, têkoşîna li dijî zulm û neheqiyan heta îro anîbû û niha pê de di sedsala modern de diviya edebiyatê ew wezîfe bi cih bianiya. Wî digot divê em ji rabirdûyê nefret nekin, divê em li ser rûdanên rabirdûyê bisekinin, wan binivîsin û karê edebiyatê yê esasî jî divê her ev be; ne ji bo rik, xuy û tolê, da ku bi vî awayî em bikarin ji rabirdûyê dahatûyeke nipînû bisêwirin. Hemû emrê xwe dabû ve rêkê; herwekî Hrant Dink ku sala bihurî ji nav me bi zorî û zordarî biribûn, qetl kiribûn. Her du jî bi hewl û têkoşînên xwe yên ji bo aştiyê li ber …



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar