DILTEQYA
Ez çûme xirmanê kolxozê, bêderê, Li wê derê hazir bû uzvekî dinê, Ew kal bû bû, hatibû ber mirinê, Berê, salada dîtbû gelek derdê dinê
Ew kolxozêda bi dil, ceger dixebitî Rûnişt, hilda devê xwe qelûna vêketî Jiminra qise dikir derdê buhurtî Ewî digot nolî merivekî dil şewitî.
- Ax! çi zû kal bûm, Wax! Çi zû balbûm, Ji xebatê bê kêr bûm Ji hebûnê bê kar bûm,
Ez ji kalbûnê ker bûme, Rû spî, pişt xar bûme, Ji derbdariyê şûnda mame Umrê buhurtî poşman bume.
Ezê bezim rojê min derbazkirî, Wekî tu seva halê min bigirî Aqilê te şaù be, çavê te bibin tarî Çika dikarî bibînî çara vî agirî.
Niha dibezim yeko-yek, Kesîbbûm ez bûm çêlekek,
... |