Çîrokek gotin û ketin xewê
Ev kitêb, Kamiran Alî Bedirxan di sala 1939'an de li Şamê di nav "Kitêbxana Hawar"ê de wek "Hejmar 13" û bi navê "Çarînên Xeyam" çap kiriye. Em kitêbê ji nû ve û wekxwe çap dikin. Ji xeynî navê kitêbê pê ve tu guhertin çênebûne Nav jî ji çarînekê hatiye girtin Çend çarînên din ên ku me li kitêbê zêde kirine; herdu çarînên di rûpel 69 de ji hejmara Hawarê a 18'an, çarînên rûpel 70 ji hejmarên 19 û 20'an, ên di rûpelê 71 û 72 de jî ji hejmara 22'an hatiye girtin. LI ŞÛNA DÎBAÇÊ Rêya xwendin û nivîsandina zmanê kurdî bi fikreke welatînî berî sêsed salî bi destê Ehmedê Xanî hate vekirin. Ew Xaniyê ko bi dîn, zanîn û welatparêziya xwe rêberê miletê kurdan e. Malikên jêrîn yên wî ne û qetek ji jiyîna miletê me ye.,Xwedê bi rehma xwe giyanê wî şa bike. Kamiran Alî Bedirxan
Em gî dilketî ne û şerabperest in Di kavilî de rûniştîne serxweş û mest in Ji spehitî û kirêtiyê wehm û xiyalan dest kişand Ji me hiş mexwaz em gî şerab bi dest in avesta / KALASÎK 104 / 3 Çîrokeh Gotin û Ketin Xewê Omer Xeyam Werger Kamiran Alî Bedirxan (Çarînên Xeyam) Kitêbxana Hawarê Hejmar 13 (1939, Şam) Edîtor Abdullah Keskin Dizayna Bergê Ahmet Naci Fırat Tîprêzî û Mîzanpaj Avesta Çapa Yekem 1939, Şam Çapa Duwem 2001, Stenbol Çap Berdan Matbaacılık AVESTA BASIN YAYIN REKLAM TANITIM MÜZİK DAĞITIM LTD ŞTİ Meşrutiyet Caddesi Özbek İşhani 136/4 BEYOĞLU / İSTANBUL Tel-Faks (0212) 251 71 39 (0212) 251 44 80 Ekinciler Caddest Nurlan Apt Giriş Katı No: 2 OFİS / DİYARBAKIR Tel-Faks (0412) 222 64 91
PDF
Téléchargement de document non-autorisé.
|