The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ronî mîna evînê, tarî mîna mirinê


Author : Mehmed Uzun
Editor : Avesta Date & Place : 2002-01-01, İstanbul
Preface : Pages : 377
Traduction : ISBN : 975-7112-38-0
Language : KurdishFormat : 130x190 mm
FIKP's Code : Liv. Kl. 2314Theme : Literature

Presentation Table of Contents Introduction Identity PDF
Ronî mîna evînê, tarî mîna mirinê


Ronî mîna evînê, tarî mîna mirinê

"Û piştî qonaxa donzdan, tîrêjên royê mîna lehiyekê herikîn."

Ji teqîna Mezin û bi vir ve tarî û ronahî dorê ji hev distînin. Tarîtî hebûna xwe bi hilbûna ronahiyê winda dike. Di destana qedîm de Gilgamiş, "di nav daristanê de, xwe da ser riya royê, ber bi aliyê çiyayê ku ro jê hildihat. Wî, bi qasî qonaxekê rê birî, tarîtiya ku dora wî rapêçabû, hîn bêhtir bû. "Ronahî nîn bû, Gilgamiş pêşiya xwe, paşiya xwe nedidît." Gilgamiş piştî riyeke bi kosp a dirêj û tarî, rastî lehiya ronahiyê tê.

Piştî bi hezar salan Baz jî, di eynî qonaxan re derbas dibe, berê xwe dide Welatê Çiya, warê "tarî", lê ne bi armanca Gilgamiş. Yek li giyayê nemirinê digeriya, ê din mirin bi xwe re digerand. Û Kevok, ji Welatê Mezin ber bi Welatê Çiya ve bi firrê dikeve li pey şopa Jîr, li pey evîna bênîr. Tariya mirinê ku ji awirên Baz dibare, bi evîna çavên Kevokê ronî dibe. Di şerê man û nemanê de mirin wan di tariyeke bêpayan de diqefêle, yek bi yek dikevin ser axa sar û şahidê vê yekê tenê stêrkên şevê ne. "Egîd jî, rênas jî mîna heyvê ne, pêşî ew mezin, fireh dibin, dibiriqin, şewq didin, paşê winda dibin û derin..."



Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals