La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dîwan


Éditeur : Dilop Date & Lieu : 2009-01-01, Berlin
Préface : Mehdi Zana MultimediaPages : 306
Traduction : ISBN : 978-3-9812351-1-1
Langue : KurdeFormat : 135x200 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 1776Thème : Poésie

Présentation Table des Matières Introduction Identité PDF
Dîwan


Dîwan

Seydayê Dilmeqes

Dilop

"Seydayê Dilmeqes di sala 1932an da li Amedê ji dayîk bûye. Navê Seyda mela Remezan e. Bi eslê xwe ji gundê Şêxan ê Çixurê ye. Çixur herêmekê di navbera Bedlîs û Mûşê da ye. Navê bavê wî Emer e. Emer kurê Mihemed e. Emerê bavê Seydayê Dilmeqes, jê ra behsa jiyana malbata xwe kiriye. Bûyerên di dema şerê osmanî - rus, xizaniya salên xelayê, êş û nexweşiyên koçberiyê jê ra gotiye. Seyda bi van vegotinên bavê xwe û ji roja ku xwe fêhm dike jî, bi bûyerên ku bi çavên xwe dibine, mezin dibe.

Jiyana wî di nav êş, koçbarî û mişextiyê da derbas dibe. Ji dilê xwe nişter dibe. Wek şanenav navê "Dilmeqes" hildibijêre.

Bûyeran dişopîne, peyivan berhev dike. Heta heftê û pênc salan deng jê dernayê, nanivise. Piştê ku xanima wî diçe ser dilovaniya xwe dest bi gotinê dike, dinivîse û deriyên girtî yên dilê xwe vedike. Bindestiya welêt, êş û elemên xelkî, welathezî mijarên sereke ne di dîwana wî da. Evin, lêgerîn, derd û kûl, hezkirin û nefret, hemû hestên însanî diherikin di helbestên wî da.

Û ev Diwan ji herikîna wan hestan pêk hatiye..."



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues