Mirovên hejar
"Edîtorê Mîlanoyî yê ku wergera îtalyanî ya Mirovên Hejar çapkiriye dîbêje ku ev berhem ji bo hemî gelan hatiye nivîsîn, rast e, xebera wî ye. Ez nizanim ku wê pirtûk ji alî herkesî ve bê xwendin an na, lê mîn ew ji bo herkesî nivîsandiye. Mirovên Hejar, çendî ji bo Îspanya, Fransa, Îrlanda hatibe nivîsîn ewende jî ji bo Brîtanya, îtalya, Almanya û hwd; çawa ji bo împeretoriyên ku li ser milên hejaran hatine avakirin hatiye nivîsîn wiha jî ji bo komarên koledar hatiye nivîsîn. Pirsên civakî sînoran nas nakin. Birînên mirovayetiyê, ew birînên bêsînor ku hemî rûdinyê digrin, li xetên sor an hêşîn ên nexşeyan ho venadin, ranawestin qet. Li her ciyekî ku nîjada mirov nezan û bêhêvî ye, jin ji bo nan xwe difiroşe, zarok ji ber peydenekirina pirtûkeke perwerdekirinê û agirekî germ êşê dikşîne, Mirovên Hejar li derî dixe û wiha dibêje: Ez ji bo we têm, derî vekin li min.
Di vê saeta ewende tarî ya şaristaniyetê ku em tê de dijîn, navê hejar, mirov e; ev mirov li hemî îqliman di ber ruh de ye û bi hemî zimanan dinale."
Victor Hugo PÊŞGOTIN
Edebiyata fransî ya sedsala 19'an di bin bandora nivîskarê binav û deng Vîctor Hugo yê, di 1802'yan de bûye û di 1885'an de miriye, de maye.
Vî helbestvanî her wiha roman jî nivîsîne. ji van, di ya navdartirîn a binavê Mirovên Hejar de, weke parêzerê kesên binketî, jar û çewisandî derdikeve meydanê. Emsalê hêza uslûba wî ya fêrker tune ye û her wiha jî ew wê bi awayekî pir bedew û xweş dinivîsîne.
Piraniya hevokên wî pir hêsan in, lê destanên gelerî yên bêserûber û xweşbîn, ku nivîskar xwestiye biafirînê zanyariyên ewende cûre cûre ango tevlîhev dixwazin, ku xwendevanên piçûk ên fransî ne piştî lêkolînên dûvdirêj be nikarin van berhemên ku pir hindik be jî biyanî tam û çêja wan distînin bixwînin. Min jî dest hevokên pir hêsan û pir caran jî gelek bedew neda, lê yên pir zor min ji hev kirin û di encamê de teksteke bi şikl û saziya xwe ya hêsan belê ji ahenga zimanê nivîskar nedûr derket holê. Weke ferheng jî, ji bo her bergekî ji heştê rûpelî pêkhatî ji sê bergên, hezar û dused peyvên besît û dused peyvên pêkhatî min bikaranî.
Ji xwendevanên xwe yên hêja re bi kurtayî em dikarin vê bibêjin: Min xwest ez teksteke bedew, heta ku mirov karibe zû bixwîne û gelek kes bixwînin, amade bikim.
Pierre de Beaumont avesta / KLASÎK: 109 / 4 Les Misérables Mirovên Hejar Victor Hugo Wergera ji Fransî Yakup Karademir
Edîtor: Abdullah Keskin Berg: Ahmet Naci Fırat Tashîh û Mîzanpaj: Avesta Çapa Yekem: 2001, Stenbol Çap: Berdan Matbacılık
AVESTA BASIN YAYIN REKLAM TANITIM MÜZİK DAĞITIM LTD. ŞTİ. Meşrutiyet Caddesi Özbek İşhanı 136 / 4 BEYOĞLU/İSTANBUL Tel-Faks (0212) 251 71 39 (0212) 251 44 80
Ekinciler Caddesi Nurlan Apt. Giniş Katı, No: 2 OFİS / DİYARBAKIR Tel-Faks (0412) 222 64 91
VICTOR HUGO - Di sala 1802'an de ji dayik bûye. Hê zaro bû li gel dê û bavê xwe diçe Îtalya û Îspanya. Di 1817'an de di pêşbaziya helbestan a Akademiya Fransa de dikeve derecê, piştî sê salan di pêşbaziya Jeux Floraux de pleya hostetiyê digre. Sala 1822'yan dizewice û pênc zarokên wî çê dibin. Piştî xelata "Legion d'Honneur" distîne; li gelek welatan digere. Di 1841'ê de ji bo Akademiya Fransa tê hilbijartin Piştî çar salan dibe senator. Ji 1851'ê pê ve ew êdî penaber e. Efûwê red dike. Bi hilweşîna împaratoriyê re (1870) vedigere Parîsê. Demeke din jî senatorî dike. Di sala 1885'an de dimre; bi seremoniyeke netewî wî vedişêrin. Wek roman, şiîr û teatr gelek berhemên wî çap bûne. |