Dara sêvê
Mûrad Dildar
Hêlîn / Avesta
Hebû tunebû, li welatekî dûr axayekî pirr dewlemend hebû. Navê wî Nêçirvan Axa bû. Baxçeyekî wî yê xweşik û pirr mezin hebû. Gul û kulîlkên reng bi reng di nav vi baxçeyî de şîn dibûn. Gava bîhna gulan li nav baxçe belav dibû, meriv ji wê bîhnê mest dibû. Ji vî baxçeyê xweşik û mezin re digotin Baxçeyê Heftreng. Ji bo gul û kulîlkên Baxçeyê Heftreng bîhn bikin û li rengên wan ên xweşik temaşe bikin, ji welatên dûr meriv dihatin dîtina Baxçeyê Heftreng. Ji bo gul û kulîlkên vî baxçeyî resim bikin, wênesazan rengên xwe yên herî xweşik hildibijartin û reng li rengan zêde dikirin. Ji bo li ser vî baxçeyî bibarin, dilopên baranê bi hev re diketin pêşbirkê. ...
Murad Dildar: Di sala 1966ê de li Diyarbekrê, li gundê Elîparê hatiye dinyayê. Dibistana pêşîn û lîse li Diyarbekrê xelas kiriye. Li unîversîtê beşa felsefê xilas kiriye. Bêyî çîrokên zarokan çarînan jî dinîvîse. Bi navê "Qesra Spî" (Hêlîn, 2009) berhemek wî heye. Ji bo Uğur Kaymaz û Ceylan Önkol
DARA sÊVÊ
Hebû tunebû, li welatekî dûr axayekî pirr dewlemend hebû. Navê wî Nêçirvan Axa bû. Baxçeyekî wî yê xweşik û pirr mezin hebû. Gul û kulîlkên reng bi reng di nav vi baxçeyî de şîn dibûn. Gava bîhna gulan li nav baxçe belav dibû, meriv ji wê bîhnê mest dibû. Ji vî baxçeyê xweşik û mezin re digotin Baxçeyê Heftreng. Ji bo gul û kulîlkên Baxçeyê Heftreng bîhn bikin û li rengên wan ên xweşik temaşe bikin, ji welatên dûr meriv dihatin dîtina Baxçeyê Heftreng. Ji bo gul û kulîlkên vî baxçeyî resim bikin, wênesazan rengên xwe yên herî xweşik hildibijartin û reng li rengan zêde dikirin. Ji bo li ser vî baxçeyî bibarin, dilopên baranê bi hev re diketin pêşbirkê. Te digot qey Baxçeyê Heftreng, parçeyekî ji bihiştê ye. Ewqas gulên xweşik û rengîn di Baxçeyê Hefreng de hebûn ku bilbil şaş diman li ser kîjan gulê deynin û li ser kîjan gulê bixwînin. Ki di ber Baxçeyê Heftreng re derbas bibûna li ber disekinî û bi saetan li gulên rengîn temaşe dikir. Gava gulek bibişkuviya şêniyên gund ev bûyer bi def û zurne pîroz dikirin. Gava ... Mûrad Dildar
Dara Sêvê
Hêlîn
Hêlîn:13 Dara Sêvê Mûrad Dildar Wêne: Arzu Karahan
Edîtor: Abdullah Keskin Dîzayna bergê: Azad Aktürk Wêneyê bergê: Arzu Karahan Mîzanpaj: Avesta Çapa Yekem: 2012, Stembol
Çap: Berdan Matbaası Sadık Daşdöğen Davutpaşa cad. Güven san. sit. C blok, no: 239 Topkapı / İstanbul Tel: (0212) 613 12 11
© Avesta, 2012 Ji xeynî danasînê bêyî destûra weşanxanê bi tu awayî nayê zêdekirin
Sertifika no: 13193
Avesta basın yayın reklam tanıtım müzik dağıtım ltd. şti. Şehit Muhtar mahallesi, Atıf Yılmaz caddesi, Öğüt sokak no: 7 Beyoğlu / İstanbul Tel-Fax: (0212) 251 44 80 - (0212) 243 89 75
Ekinciler caddesi, Nurlan apt. giriş katı no: 2 Ofis / Diyarbakır Tel-Faks: (0412) 223 58 99 www.avestakitap.com / avestayayinlari@yahoo.com
ISBN: 978-605-5279-12-7
PDF
Téléchargement de document non-autorisé.
|