Dîwana Osman Sebri (berhevkirin : A. Balî)
Ji nû ve çapkirina berhemên Osman Sebrî, bi şêweyekî ji şêweyan, ji nû ve vejandin û ronîkirina bîr û hişê dîroka gelê kurd e û di tengerên şevistana xewnê de ber bi çavkirina trajediyeke tîr, rehdaçikyayî û reşekuj e.
Osman Sebrî mîratgirê sedsaleke aloz û sext û zoebaz bû, sedsal jî sedsala dabeşkirina laş û giyanê xewna me bû, ser¬dema damezirandina sînorên asê û gawirane û bi darvekirina hêvî û sirûd û serpêhatiyên evînê bû, talankirina gulbero û bîhoka dilê çiyan û serjêkirina dar û sorgulên gerdena Ameda xopan û Mehabada dastanbêj bû, serdema lerz û saw û hogiriya ferhengên koç û rêvingî û duryanên mij û dûmana xatirxwestinê bû.
Lewra wexta ku em îro hişê Osman Sebrî amade dikin, em asoyên sosretê ber bi xwe ve radikişînin û îstgehên xwîn di bira jibîrkirinê de bi bîr tînin da ku reşgirêdana peyva kurdî hêjayî hemû dîmenên şînîgiriya kurdan be û li vir jî, wek bi cîkirina derdekî kevnare, helbesta sedsalê ji çavkaniya xwe ya dîrokî dipijiqe û helwestên xwe yên xewnamêz pêşkêşî herikîna demê dike.
Osman Sebrî jî di vê herikînê de xwedayê peyveke dijwar e, nûnerê birîna zimanê me û çavdêrê nexşeya giyanê me ye.
Weşanxaneya Apecê |