Robînzon Krûzo
Danyêl Dêfo
Înstîtûta kurdzanîyê
Li bajarê Hambûrgê maldarekî dewlemend dima. Sê ewledê wî hebûn. Kurê mezin çû ordîyê qulix bike. Û çaxê ku bû şer, frantsûza ew kuştin. Kurê duda dest bi hînbûnê kir, nexweş ket, heynesî mir. Ma tenê kurê tewrî çûk. Navê wî Robînzon bû. Dê û bavê wî gelekî ji kurê paşin hiz dikirin, ji ronaya çevê xwe zêdetir lê dinhêrîn û gelekî jî rûdabûn wî. Robînzon nedixast hîn bive, ewan jî ne dixast zorê bidin Robînzon, ewî çi dixast usa jî bi xastina xwe dikir. Robînzonê çûçik mezin bû, diha hîjde salî bû, dê û bav nizanibûn çewa bikin, bidin ser çi sinetî. Bavê dixast bike tucar, lê Robînzon digot, "ez tucarîyê naxwazim, ez dixwazim terkeselatî welatên dûrbim, rêwîtîyê bikim".
..... |