Hînker, asta yekemîn
Ronayî Onen,
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
Ev pirtûka li ber destên we, pirtûka asta yekemîn a setekê ye. Ev seta ku ji sê pirtûkan pêk tê ji hêla Komîsyona Materyalan a TZP Kurdî ve tê amadekirin. Ev pirtûk berhema projeyeke hevpar a Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û CIEMEN'ê ye ku ji hêla ACCD'ê hatiye ve fînansekirin. Bi vê pirtûka asta yekemîn dê kesên ku qet bi kurdî (zaravayê kurmancî) nizanin bikaribin li gorî mijarê peyv û têgihên pêwîst û mijarên rêzimanî yên bingehîn hîn bibin û bi hîndariyên cur bi cur behremendiya xwendin, têgihîştin û nivîsandina kurmancî bi pêş bixin. Ev pirtûk bi rênîşanderiya mamosteyan dê kesên ku dixwazin kurmancî hîn bibin, bigihîne asta duyemîn.
..... |