Xweyî û xulam
H. Tûmanyan
Înstîtûta kurdzanîyê
Xwedê xêr bike wera jî, herdu birara jî.
Dibin-nabin du birê kesîb dibin. Duşurmîş dibin, çi bikin, çewa bikin, ku mala xwe xwey kin. Qirar dikin, wekî birê çûk bimîne malê, lê birê mezin here cem dewletîkî bibe xulam. Xebat, heq bistîne, bişîne malêra.
Bi wa jî birê mezin radibe diçe cem dewletîkî, dibe xulam.
Wede kivş dikin hetanî bahareke dinê ku pûpû ... |