Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Marê di tûr de


Nivîskar : Medenî Ferho
Weşan : Pêrî Tarîx & Cîh : 1999, İstanbul
Pêşgotin : Rûpel : 192
Wergêr : ISBN : 1999 5799 22
Ziman : KurdîEbad : 135x190 mm
Hejmara FIKP : Liv. Ku.Mijar : Wêje

Danasîn Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Marê di tûr de


Marê di tûr de

Medenî Ferho

Pêrî


Birazî tu șer nas dike? Teqîna bomban, borbardumana balafiran, fişekan, lorandina mozoliyan, welîn û xirîq xirîqa tirsê, sehwa mezin û reva ji ber mirinê?

Roja ku di kefa mista te de darê tivingê rûnişt, qeftê xencerê bi teliyên destên te re bû destûbirak, ji min re bêje temenê te dibe çend. Ku ez ji birazîkê xwe re çend gotinên di nava salên kevnare de winda mayî bêjim. Serpêhatiyên bi berê topan hatî parçe kirin. Serpêhatiyên bi riyên winda, șevên kasulî û bexîl re bûne destûbirak... Bi darbeya xencê û berê metrelyozan birîndar bûyî. Devê birînên ku zincîra seatî û guhikê jarê bostek û çar teliyan tê de xewr dibin. Her serpêhatiyek bi xwînekê hatiye şiştin, her bûyerek ku di nava awaz û hawara jinên bî de hatiye kefen kirin, her serpêhatiyeke ku di nava dilê keçikên evîn şikestî de hatiye veșartin, ji te re bêjim.

Xorto, serpêhatî û bûyerên min di defter û pirtûkên dibistanan de nînin. Di nava rûpelên ansîklopediyên sedsala bîstan de cih ne girtine. Teva di nava salên winda, rojên şikestî, coxrafya kura bûkê, dîroka talankirî ...



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar