Bașûrê Kurdistanê
Hesenê Metê
Nefel
Ji haziran ne çêtir, ez û dostê xwe î hêja, Elî Çiftçî ne. Lê anuha dema ko ez van rêzan reş dikim, divê ez rengdêra wî ya pîroz jî bi navê wî ve bikelînim û bibêjim hecî Elî Çiftçî. Ez ê dû re ji we re bi lêv bikim ka wî û bêguman min jî kengî xwe gîhand merteba vê rengdêra pîroz, bi gotineke din, rengdêra hecîtiyê. Belê, min got ez û wî ne, em bi hewa dikevin û berê me li Şama Şerîf e. Li jor, li asimanan şeva roja 25an li me dibe roja 26an.
Saet li duduyê şevê em serejêrî erdê dibin û germa Şama qedîm tavilê bi me dide zanîn ko em li erdekî din dahatine. Li gel brokrasiyeke navno jî em ji deriyên balafirgehê derbasî der dibin û germeke xurt li me vedinişe.
Xwedê jê razî, bi edet û marîfetên kurdên binxetî Zeredeşt û dostekî xwe hatine pêşiya me. Wê şevê di otêla Karawan de em serê xwe didin ser balîvan û ro li me bilind dibe. Ji bo karê xwe yê çûyînê divê em biçin buroya hukumata Kurdistanê û em welê jî dikin. Zeredeşt jî bi me re ye. Li wir, li buroyê bi qedir û qîmet em rastî kek Remezanê nexşîn tên. Nexşîn dibêjim... |