Ji Rîsale-î Nûr, Rîsaleya Nixumandınê
Bedîûzzeman Saîd Nûrsî
Zaningeh
Berê meselên sêyem û duyem noteya pazdemîn bû lê ji ber girîngbûna wê bûye lem’aya 24’an
Ev ayet nixumandinê ferman dike. Lê medeniyeta bêahlaqî gewzeger li hemberi vê hikma Kur’anê dijber diçe. Nixumandinê fitrî (afirîşî) nabîne, dibêje ev dîlîtî ye.
Bersiv: Gelek hikmetên rênîşan dikin ku ev hikma Kur’an a Hakîm tam fitrî ye û dijber ne-fitriyê em ji wana bi tenê çar hikmetan daxuyandin dikin.
1 Ya Nebî! Ji xanimên xwe re, ji keçên xwe re û ji xanimên mûminan re bibêje bila cilbabên xwe li xwe bikin. (Sureya Ahzab 59) |