Folklora kurmancîê
Heciyê Cindî
Haynêșîrat
Cimae'ta kurmanca nava sala û zamana gelek cûr'e-cur'êd folklorê hevanîye û e'frandîye. Bi zargotina bedewîê evê șikilkirîye șabûn û h'alê xweyî çetin, daye e'yankirinê t'emamîya e'mirê xweyî k'oçerîê-riae'tîê, e'det'ê kevn û t'eze, rabûn-rûniștandina xwe, șer'k'arîya xweye zadarîê pêșîya zorba, zevtekçîêd h'ukumetêd dereke, xunxur û k'edxurêd xweye hundur. Di nava wê lîtêratûra zargotinêye kevn û hert'im t'ezekirîye dewlemende h'izêmetîda têne k'ivșê xeba û zoraya wêye e'frandarîêye șewate k'ûr.
Eva berevoka p'arek xebata meye salane. Me bi h'izkirina dil her k'ilamek, her zargotinek p'iç'ûk li cîkî û wextekîda nivîsîye û îro jî dîsa bi wê h'izkirinê em vediger'înin ... |