Meselok û xeberokêd cmae'ta K'urda
H'eciyê Cindî
Akademîa R'SS Ermenîstanêye Ulma
Grêdayî qebûlkirina elîfbaê k'urdîye tezer'a li bajarê Êrêvanêda ji sala 1929-a heta nha êp'êce berevokêd zargotina cmae'ta k'urda (k'urd) çap bûne1. Di nava wanada hatine cîwarkirinê êpos, beyt'-serhatî, k'lam (êd h'izkirinê, govêndê, mêrxasîê, zar'a), lawjok-nvêjok, h'kyat'-ç'îr'ok, mjûlî, têderxistinok, mesele-met'elok û êd dinê. Lê herçê din, çawa meselok û xeberok, hindik hatine berevkirinê û çapkirinê. Hema evê yekê jî em mecbûr kirin, wekî mijûlbin bona berevkirin û bernvîsara evêd pașin jî.
.....
Serecem
Akademik A. T. G'analanyan - Derheqa evê berevokêda / 5 Berdagotin / 9
Tekst / 40 Zêdekirin / 708
Rê'nîșa tiștanîê (prêdmetîê) / 733
DERHEQA EVÊ BEREVOKÊDA
Çawa nava zargotina cmae'têd r'ohlatêye dinêda, usa jî nava ya k'urdada ji e'frandinê here belabûyî, dewlemend û r'engûr'ewù yek jî meselok û xeberokin. Lê tu were h'eta naha hidik hatine neșirkirinê.
Eva xebata zargotinzan û bernvîsk'arê xudannav H'ecîê Cndî wê derecêda șuxulê pêșinî t'amî t'omerîye û cert'aca wan e'frandinêd wîye p'ir'hêjene, ê ku h'eta naha neșirbûne.
Qnyatê evê berevoka t'amkirî bi xebata salêd drêje bi dil û can mîaserkirkirî-h'îmlî bi destî xudanê berevokê ji k'urdê neh'îêd Ermenîstana Sovêtîê, ji muhacrê ermenîye zmanê k'urdî zanin ji Sasûnê, Mok'sê, Șataxê hatine bernvîsarê. Meselok û xeberokêd usa jî hene, wekî ji k'urdê r'espûblîkaêd T'faqa Sovêtîêye dinê (Ji êd Gurcistanê, Adrbêcanê, Qazaxstanê û ji êd mayî) hatine bernvîsarê.
Xênjî bernvîsara meselok û xeberokê serhevda t'opkirî, ê ku ji çap p'arê wê sê p'ara digirin, usa jî berdagotin û cedvalêd tiștanîêye (prêdmêtîê) anegor hene.
Di dereca bernvîsar û serdahevanîna meseloka usa jî hêsa nîne xebata dersmîșkirina wane ulmî. Wî alîda ji cêrge cûr'êd heyî (dersmîșkirina bi elîfbaê, ya cî-misk'enîê, tiștanîê, t'ematîk-fikirdarîê) xudanê berevokê wa gotî cûr'ê elîfba yanê xebernemeê têr'a dîtîye, eva cûr'a bêfitya, daha hêsaye û mecal-mk'ana dide, wekî qnyatê berdest hê t'am û t'emam bê cîwarkirinê.
Du fikir derheqa hêjayî û lazimya xebata H'ecîê cindîye "Meselok û xeberokê cmae'ta k'urda" nikarin hebin. Ew ênsîklopêdîya cmae'ta k'urde-ya e'mrê wê, aqilbendî û fikirdarîya wêye bedewsine'tîê. Ew neku t'enê bona zargotinzana, mletzana, zmanzana gelekî lazime, lê usa jî bona gçveka wan xwendevanaye here freye, êku zargotina cmae'têr'a h'eyr û h'izmek'arin.
Akademîkê AU R'SSE A. T. G'analanyan
H'eciyê Cindî
Meselok û xeberokêd cmae'ta K'urda
Akademîa R'SS Ermenîstanêye Ulma
Akademîa R'SS Ermenîstanêye Ulma Meselok û xeberokêd cmae'ta K'urda H'eciyê Cindî
Yêrêvan 1985
Akademîa Ulmaye R'SS Ermenîstanê Înstîtûta R'ohlatzanîê
Meselok û xeberokêd cmae'ta K'urda Bernivîsar, derdagotin û nivîsarnasî ê H'ecîê Cindî
Bi qrara șêwra ulmî Înstîtûta r'ohlatzanîê AU R'SSE tê neșirkirinê. R'edaktorêd cavdar akadêmîkê AU R'SSE A. T. G'analanyan û kandîdatê ulmêd fîlologîê M. H'. Xamoyan. Bona neșirkirina k'têbê doktorê ul. fil. Q. K'. K'urdo r'êsênzî kirîye. Meselok û xeberokê cimae'ta k'urda, h'. Cndî /R'êd. Cav. A. T. G'analanyan, M. H'. Xamoyan. Er. AU R'SSE neșir. 1985, 784 r'û.
R'êdaktorê neșîretê S. Ê. Gûlasaryan R'êdaktorê bedewîê H. N. Gorsakalyan Șkilk'êș Yû. H. Ar'ak'êlyan R'êdaktorê têxnîkyê L. K. Harût'yûnyan Kor'ektor K'eremê Sayad Çoloyan û Narîna K'erem Çoloyan
Neșîreta Akadêmîa R'SS Ermenîstanêye ulma Neșirxana Êcmîadzînêye Akadêmîa R'SS Êrmenîstanêye ulma Nava berevokêda meselok, xeberok û frazêd cmae'ta k'urda hatine cîwarkirinê, êd ku bi nêta t'arîqnasîê, t'erbetîê, bedewsne'tîê n'areke zargotina cmae'ta k'urdaye dewlemende ze'fe hêjene. Ewana bona hîndarya zmanî, bedewnivîsarê, t'arîqê û mletzanîa cmae'ta k'urda ç'e'vkanîya ferzin. Berevok bona nvîsk'ar, bedewnvîsarzana, zmanzana, mletzana, usa jî bona goveka xwendevanayê fre tê neșirkirinê.
|