Hewarî
Heciye Cindî
Lîs
Sibeheke meha Gulanê ya xweş bû. Ez ji bazara Yêrêvanê ya teze vedigeriyam. Min nêzîkayî li malê kir. Di kuçeyê de, li aliyê milê çepê, min Profêsor Êrêmyan dît. Min mîna hercar silava wî vegirt û bi pêş de çûm. Lê hema wê lehzeyê min dengê wî bihîst û li pişt xwe ve nihêrî, ew ber bi min dihat.
- Hevalê Kamil, -wî bi beşereke xweş gote min- ji kerema xwe deqeyekê sebir bike, min ku tu dîtî, giliyek kete bîra min. Min zembîla giran danî.
- Bibexşîne, -wî got- wekî min tu dayî eglekirin. Dizanî, vê pêlê hevalekî ... |