Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dara gozê


Nivîskar : Serdar Roşan
Weşan : Nefel Tarîx & Cîh : 2002, Stockholm
Pêşgotin : Rûpel : 98
Wergêr : ISBN : 91-89687-00-0
Ziman : KurdîEbad : 150x230 mm
Hejmara FIKP : Liv. Ku.Mijar : Wêje

Danasîn Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Dara gozê


Dara gozê

Serdar Roșan

Nefel


Êvara newrozê, piþtî ko tariyê erd hilçinî, di saet heþtan de, li navenda tiyatroyê operaya Memê Alan dest pê kir. Li salonê cihekî tenê jî vala ne mabû. Li gel ko navenda tiyatroyê ciheke mezin e jî, cardin mirov dil dikir ko saloneke mezintir dê çêtir bana. Ji ber ev cara yekemîn bû ko destana Memê Alan li bajarê Amedê bi awayeke rêkûpêk li pêþ çavan mîna tabloyeke rengîn ko hunermendek rengên xwe li ser tabloyê bi sebir û diqet bi cih bike dihate vejandin.

Herçiqas êvara newrozê bi sedan kes li ber deriyê navenda tiyatroyê, ji bo ko bilêtek bi dest bixin civiyan jî, çi mixabin hêviya wan bi cîh ne hat. Ji xwe bilêtin vê þevê du meh berê xilas bû bûn. Dihate gotin ko vê carê peyayên bazara reþ, reþfiroþ bêkar mabûn.
Ez pir dilþikestî me, ji ber ko ez nikarim vê Operayê bi nivîsê, bi hemî huner û xweþiya wê û di wexta temaþekirinê de ew hestên bi mirovî re peyda dibin, bînim ziman. Lê belê gava mirovî temaþayî operayê dikir, mirov diçû dinya û jiyaneke din. Li wê dinyayê mêr hebûn bi xof û heybet ...



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar