Ferheng, kurdî - tirkî
Mustafa Gazî
Enstîtuya Kurdî ya Amedê
Ev berhema di destê we de encama keda salan e. Berhevkar serê xwe pê re êşandiye û xwestiye ku keda xwe tevlî karen ku li ser zimanê kurdî hatine kirin bike. Bêguman karekî bi rûmet e. Mirov dikare bibije karekî taybet û yekane ye.
Her çiqas wek Ferheng hatibe binavkirin jî, wek ferhengên heyî nîn e. Ev ferhengeke herêmî ye. Gotinên ku di nav hozekî de û li herêmeke teng pê tên axaftin hatine tomar kirin. Ji ber vê yekê jî divê bi çavê ferhengeke giştî lê neyê nihêrtin. Ev xebateke sînorkirîye. Hin peyv ... |