Rêzmana Zimanê Kurmancî
Reșîd Kurd
Kerem
I Rêzman(1), zanîna peyv û nivîsandinê ye. Ziman li ser hin awa û rêzanan ava ye, rêya van rêzanan, rêzman pêş me dike. Lew ra, jê re, rêzana peyv û nivîsandina durust jî tê gotin.
II Peyv û nivîsandin, ji bo eşkere kirina dilxuazê û guftê ye.
III Peyv û gotin, pevekan(2) pêk tine. |