La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nivîsên per


Auteur : Nuh Ateş
Éditeur : Apec förlag Date & Lieu : 2014, Sweden
Préface : Pages : 298
Traduction : ISBN : 978-91-86139-78-0
Langue : KurdeFormat : 133x195 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Général

Présentation Table des Matières Introduction Identité PDF
Nivîsên per


Nivîsên per

Nuh Ateş

Apec

Nivîsên li ber destê we di navbera salên 2004 û 2012'an da hatine nivîsandin. Sewa ku ew wenda nebin, baştir bên belavkirin û xwandin min xwazt wan wekî kîteb bidim weşandin. Ku we xwand hunê bibînin, mijara nivîsan curbicur e û pirtir li ser jiyan û kultura gundê Xelika ye. Meriv dikana piranîya wan wekî nivîsên antropologîk yên li ser gundekî kurmanc li Anatolîyayê jî binav bike. Eger meriv bixwaze nivîsan li gor beşên edebî parva bike, hingê birek ji wan dibe serpêhatî, bîranî, yarenî, şîrove.

Mijara henan jî rabûn û rûniştinên civakî û sîyasî ye. Mijarek jî kurmancîya ku li Xelika tê dengkirin, taybetî, peyv û bêjeyên wê yên cûda ye. Birek ji nivîsan kêm an zêde bi zaravayê cîhwarkî hatiye nivîsandin. Nivîsandina bi zaravayan û li ser folklora cîhwar û devêran sewa xebatên zanyariyê, parêztina heyiyên kulturî û zimanî û teşwîqkirina xwandin û nivîsandina bi kurdî jî bi kêr e.



Nuh Ateş
roja 01.01.1948an ligundê Xelika (Karacadag-Kulu-Konya) hatiye dinyayê. 43 sal in ku li Elmanyayê dijine. Zanyariya sîyasî û pedegogî xwendiye. Ji sala 1970î vir da di nav xebata siyasî, komeletî û nivîskariyê da ye. 15 sal in nivîskarê kovara Bîrnebûnê ye. Nivîsên Perî kîteba wî ya duyemîn bi kurdî ye. Yekemîn kîteba wî ya bi kurdî Tayek Por e.

 



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues