Li ser rêya azadîya Kurdistanê de
M. S. Cuma
Rewşenbirî
Ji 10 - 16 gelawêja sala 1956 de li bajarê Wiesbaden -Vîsbadin- de li Elemanya Federalî de Komela Xwendevanên Kurd li Ewropa de hate bipêkhatin. Eve demeke li ser pêkhatina vê komela hanê de hatîye biderbasbûn; lêbelê ev bi demeke kurt ve di mêjûwa merovanîyê de, di mêjûwa xebata miletan de û di mêjûwa sazmendî û rêxistanan de tête biderkevtin. Lêbelê ev dema hanê di mêjûwa xebata gelê Kurd de û bi taybetî ve di xebata Xwendevanên Kurd de li Ewropa de bi rûpelekî pir geş û xweş ve ji bona xebata gelê me, belê ji bona pêşvexistina vê xebata hanê di hemû warî de tête biderkevtin. Xebata Xwendevanên Kurd li Ewropa de bi beşekî ve ji xebata hemû miletên jêrdest li seranserî cîhanê de bi dijî kevneperestîyê, serdarîya bêganê ve û herwehajî bi dijî sustêma kolonyalîyê û impiryalîyê ve tête biderkevtin.
Di vê sala hanê de, di sala 1956 de xebat li seransî cîhanê de li Asya, Afrîqa û Emerîka Latînî de bi dijî sustêma kolonyalîyê ve hate bigeş û bigûrkirin. Herwehajî di nava welat û miletê me jî de xebat hate bigeşkirin; jiber ku xebata me bi beşekî ve ji xebata wan hemû miletan dihate biderkevtin, ji yên ku wan di wê çaxê de ji bona azadîyê, serbestîyê û serxwebûna xwe ji nava lep û pencên Beganan didatin bixebatkirin.
..... Navrok
Pêşgotın / 3
Derîyê yekem Pêkhatina Komela Xwendevanên Kurd li Ewropa de / 14 Rûdanên li Misrê de / 26 Pêkhatîna Partîya Demokratî Kurd li Suryê de / 30 Raperîna Ciwanrû li Kurdistana Iranê de / 87
Derîyê Duwem Rudanên siyasî ji vêkevtina Şûreşa Ilulê sala 1961 - 1970 de / 93 Siyaseta Qasim beramberî Kurd û Destpêkirina Şer / 93 Wergêrkirina Basîyan di 8. 2. 1963 / 102 Hatina Abdul- Selam Arif ji bona ser Sedarîyê / 124 Hatina Arifê Duwem û girêdana peymana 29 axlêva sala 1966 de / 131 Hatina Basiyan careke din ji bona ser Serdarîyê / 152
Derîyê Sêyem Rudanên siyasî ji Peymana 1ıavdara sala 1970 tanî sala 1975 de / 164 Peymana 6 Avdarê / 288 Bi dawî hatina Şûreşê ve / 295 Hêjakirineke rexneyî li ser helwesta Barzanî de ji bona bi dawîanîna vê şureşa hanê ve -Ev ji bona Nivîsta Duwem hatîye bihitin- Kanîyên bi karanînê ve / 297
PÊŞGOTIN
Min ji mêj de didate bixwestin, ku ez li ser rûdanên siyasî de di nava welatê me de ji sala 1956 de tanî vê roja meyî neha de bidim binivîsandin; belam min di pêşî de date bixwestin, ku ez demeke nîşankirî ji deh salan de li ser sê berên cudan de bi zimanê me ve di warê wergerandinê de bidim binivîsandin; jiber ku hemû pêşkevtina miletan di warê zanistî û zanebûnê de di pêşî de di rêya wergerandinê de dayite bidestpêkirin.
Jiber ku ez tevaya karê xwe di şiyarkirinê de didim bidîtin; jibervêjî ve min di pêşî de ji bona pêşvexistina zimanê me û bi taybetî ve ji bona pêşvexistina zaravayê kurmancî date bikarkirin, jiber ku ev zaravaya hanê mîna tevaya zaravayên din her û her ji bal dagîrgerên Kurdistanê de di her gavê de dihate bişerkirin û rê li ber de dihate bigirtin. Herwehajî Dujminên me bi her navekî jî ve her û her wan didatin bikarkirin, ku ew mêjûwa me him ji nava serên me û himjî ji nava bextên me bi carekê ve bidin biderxistin û wê li ber çavên me him bidin bitarîkirin û himjî bidin bireşkirin û bes û bi tenha xwe ve mêjûwa xwe li ber dil û çavên me bidin bişêrînkirin û bi vî rengê hanê ve û bi hisanî ve bi saya jîbirkirina ziman û mêjûwa me ve bi xişkayî û xweşkayî ve me di nava xwe de bidin bijavkirin. Weha min di warê duwem de di wergerandinên xwe de giranîya xwe ji bona ser wergerandina nivistên li ser mêjûwa me de ji bona zimanê dê, zaravayê kurmancî date bixistin. Di qonaxa sêyem de di wergerandina xwe de min hin ji giranîya xwe ji bona ser rêmanên dema vejandînê li Ewropa de date biavêtin, ku miletê me bi zimanê xweyî dê ve li ser bîr û bawerîyên dema vejandinê de bête biagehdarîkirin; jiber ku ew bi bingehê tevaya vejandina Ewropa ve hatine biderkevtin û li ser bingehên wan remanên hanê de tevaya pêşkevtina Ewropa û Cihana Nuh -Emerîka- tête biavakirin. Min hemû nivîstên di bernameya wergerandina xwe de ji bil nivîsta Komara Eflaton, nivîsat Syasetê ji bal Aristo û Girava Nigaşî ji bal Tomas Mor de dane biwergerandin. Min nikarîbûn ev nivîstên hanê di dema nîşankirî de bidana biwergerandin; jiber ku min di wê navê de çar nivîs tên Mesud Barzanî datin biwergerandin. Min di vê pêla wergerandinê de ev nivîstên hanê dane biwergerandîn, ji yên ku ew li ser CD. Rom de hatine biçapkirin;
....
M. S. Cuma
Li ser rêya azadîya Kurdistanê de
Rewşenbirî
Çapxana Rewşenbirî Rêza Barzanî ji nivîstên kurdî 17 Li ser rêya azadîya Kurdistanê de -Çend bîr ûbawerî li ser hin rûdanên siyasî de ji sala 1956 - 1975 de- Dr. M.S. Cuma
Çapa yekem: Kurdî - Kurdmancî - 1999 Çapxana Rewşenbirî - Hewlêr - Kurdistan Dane : 1000 Leyawt: Govend M. H. - Berig: Serdem Mafeyê Çapkirinê parastîye - 1999 Jimara spardinê (111) li sala 1999
|