The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Li ser rêya azadîya Kurdistanê de


Author : M. S. Cuma
Editor : Rewşenbirî Date & Place : 1999, Hewlêr
Preface : Pages : 302
Traduction : ISBN :
Language : KurdishFormat : 165x220 mm
FIKP's Code : Liv. Kl. 2416Theme : Politics

Presentation Table of Contents Introduction Identity PDF
Li ser rêya azadîya Kurdistanê de


Li ser rêya azadîya Kurdistanê de

M. S. Cuma

Rewşenbirî


Ji 10 - 16 gelawêja sala 1956 de li bajarê Wiesbaden -Vîsbadin- de li Elemanya Federalî de Komela Xwendevanên Kurd li Ewropa de hate bipêkhatin. Eve demeke li ser pêkhatina vê komela hanê de hatîye biderbasbûn; lêbelê ev bi demeke kurt ve di mêjûwa merovanîyê de, di mêjûwa xebata miletan de û di mêjûwa sazmendî û rêxistanan de tête biderkevtin. Lêbelê ev dema hanê di mêjûwa xebata gelê Kurd de û bi taybetî ve di xebata Xwendevanên Kurd de li Ewropa de bi rûpelekî pir geş û xweş ve ji bona xebata gelê me, belê ji bona pêşvexistina vê xebata hanê di hemû warî de tête biderkevtin. Xebata Xwendevanên Kurd li Ewropa de bi beşekî ve ji xebata hemû miletên jêrdest li seranserî cîhanê de bi dijî kevneperestîyê, serdarîya bêganê ve û herwehajî bi dijî sustêma kolonyalîyê û impiryalîyê ve tête biderkevtin.

Di vê sala hanê de, di sala 1956 de xebat li seransî cîhanê de li Asya, Afrîqa û Emerîka Latînî de bi dijî sustêma kolonyalîyê ve hate bigeş û bigûrkirin. Herwehajî di nava welat û miletê me jî de xebat hate bigeşkirin; jiber ku xebata me bi beşekî ve ji xebata wan hemû miletan dihate biderkevtin, ji yên ku wan di wê çaxê de ji bona azadîyê, serbestîyê û serxwebûna xwe ji nava lep û pencên Beganan didatin bixebatkirin.

.....



Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals