Jana gel
Çend gotin li ser vê romanê
Di Nîsana sala 1956'an de, min dest bi nivîsandina vê romanê kir. Astenga herî mezin a li ser riya min ew bû ku ka gelo ez çawan bikim vê ji destê sansora rejima nûker a kevneperest ê Nurî Seîd rizgar bikim û bigihînim destê xwendewarên kurd. Vê astengê min mecbur kir ku ez riya berê ya kevin, ya veşartina cî û wextê romanê û ronî nekirina nav û regeza qehremanê wê, bidim ber xwe. Lê ez heta hay lê bûm, wefata Şêx Mehmudê mezin û di Teşrina Yekem a sala 1956'an de êrişa namerdane ya li ser Misrê qewimin. Hukumetê van bûyeran kir bahana kuştin û girtina xelkê Silêmaniyê û danîna hukmê orfî di seranserî İraqê de ji bo girtin û îşkenca azadîxwaz û rewşenbîran. Ez jî ji çirîskên wê rizgar nebûm. Piştî girtina min, mala me ketibûn veşartina kel-pel, nivîs û kitêbên min, heryek ji wan li ciyek veşartibûn û her bawulê ber bi milek de rê kiribûn. Dema ku zulm û zorî hinek sist bû, ez hêdî hêdî ketim pên tiştên xwe û lê min hinek kitêb û nivîsên xwe peyda nekirin. Ez gihîştim wê baweriyê ku ew kesên ev tişt li ba wan hatine danîn, wan ji tirsa zulm û zordariyê şewitandine. Min dît ev romana han jî yek ji wan e. Min gelek hewil da ku carek din ji nû de binivîsim, lê min nekarî. Bi vî awayî heta pêrar, ji nişka ve havrêyek min ji min re bawulek kitêb anîn, min dît ku ev romana han jî tê de ye.
Berî wê ku kovara Rizgarî daxwaza romanek ji min dikir, min qebul kir ku ev wek salên hatî nivîsandin bê weşandin. Ji bilî wê romana di sala 1934'an de min nivîsandibû û li gor baweriya min hîn dema weşandina wê nehatiye. Ne tenê ev, min wê yekê jî da xuyakirin ku qet destlêdanek bi wî awayî lê nekim ku awa, tam û bîhna dema nivîsandina wê ji ser rakim. Belê, ji ber vê va wekî min çawan di sala 1956'an de nivîsandiye, ez romana Hêwa yan jî bi navek din Jana Gel, pêşkêşî xwendewarên Rizgarî dikim. Hêviya min ew e bi dilê wan be.
20/06/ 1969
H.L.B
PÊŞGOTIN
Piştî bêdengiyek bi çarîk sedsal di cîhana edebiyata Kurdî de, xwediyê "Yadgar û Hêwa", "Berew Rûnakî" û "Kwêrewerî', vê carê "Jana Gel" ji me re pêşkêş dike.
Nivisandina vê romanê diçe digihîje sala 1956'an, demek ku hîn du sal li ser şoreşa gelê Cezayirê ya dijî dagîrkerên Frensî ya ji bo azadî û serxwebûniya welatê xwe, derbaz nebibû. Lê aloziya zeman wisa lê kir ku deh sal piştî serkevtina wê şoreşa ev roman jê re hatibû pêşkêş kirin. bê belav kirin.
Ya rast, berê ku ew riya ber bi çapxanê bide ber xwe, çend meh jî li ba min ma. Di vê muddetê de min çend car ew xwend, car ji carê li min şerintir dibû, min xwest di vê pêşgotinê de çend tişt li ser naveroka wê binivîsim, min çend rûpel reş kirin, min lê nêrî ku vî heqî ez di xwe de nabînim, ji ber vê min baştir zanî ku ve erka xwe ya han li ser milê şarezatiya edebiyatê de bikim.
* * *
Her çendîn ez di wê baweriyê de me ku nivîskar pêwistî bi nasînê nîn e, lê berî ku ez dawî bi vê pêşgotina han a kurt bînim, ez hez dikim tiştek di derheqê wî de binivîsim:
Îbrahîm Ehmed, di sala 1914'an an 1915'an, li bajarê Silêmaniyê hatiye dinê. Di sala 1937'an de li Bexdayê xwendina hiquqê temam kiriye. Di sala 1942'an heta sala 1944'an hakimî kirîye. Di sala 1939'an heta sala 1949'an bi hevkariya li gel mamoste Elaeddîn Seccadî kovara Gelawêj li Bexdayê derxistiye. Her li ber vê jî naçar bûye di sala 1947'an de dev ji memuriyeta dewletê berde. Di sala 1947'an şûn de wekî yek ji wan serokên Partiya Demokratê Kurdistanê navê wî belav bûye.
Nivîskar, destpêka jiyana xwe ya edebiyatê wekî romantîkek şoreşgerî dest pê dike:
"Le ber çawê bed le tirsê bedkar,
Dil xwom ekeme gorê yadgar,
Be giryanî woşk be naleyî bê deng.
Dêynme lerzîn textê kirdgar"
Lê di dawiyê de ew li ser rêbaza realizmê dimeşe. Bi vî awayî em di kovar û rojnamên kurdî û erebî yên İraqê de gelek şi'ir, çirok û gotarên wî yên cûda cûda dixwînin ku yên bi nav û bangtirinên wan ev in:
"Le Wolatê Qaremanan" (1942), çîrokek kurt e, di derbarê berxwedana partizanên Yekîtiya Sovyetê ya dijî êrîşên Naziyan a li ser welatê wan e. "Xazê" (1943), "Kwêrewerî" (1944), "Kerelotiyê Menûçer" (1945), sê kurte çîrokên li ser nalebariya civak û zehmetdana cotkaran ji aliyê derebeg û mirovên dewletê ya li ser dema kraliya gor bi gor de ne,"Berew Rûnakî" (1945), perçe nesrek xweşik û rewan a derbarê erk û eziyetên tekoşîn di riya azadî û serxwebûniyê de ne.
Di sala 1949'an de riya wî ber bi bendîxanê dikeve. sal û niv tê de dimîne û "Dwa Tîrî Kewan" dinivîse, tê de êrîşa hukumeta wê demê, nefesa jana ber mirinê ya dawî hesibandiye û mizgîniya nêzîkbûna roja serkevtina bi ser rejima kralî û nûkerên emperyalîzmê de gîhandiye xelkê:
"Kwa Wehrmachtî Elmanî ke etut her zerruwê xwine?
Kwa Luftwaffe ew hêze neparêze merg çêne?
Kwa topî, kwa tankî, kwa ew stolî bê wêne?
Be carê gorê gum bû, liştê wek xwoyê bê ser û şwêne
Le layê ême helengûtin yekem hengawî zal bûne,
Le naw boteyî xebata tuwanewe her şertî qalbûne,
Le nûçdan û helengûtin niye bakî gelê Kurdan,
Wekû rêgeyê xebatî xwoyî şikanî toyî le la rûne"
Ji derveyê van di sala 1937'an de bruşora "El Ekrad we El-Ereb" nivîsandiye û belav kiriye ku heta îro jî qîmeta xwe ya wekî programek ji bo rêxistina peywendiya di navbera kurd û ereban de wenda nekiriye. Li ser vê, di eynê salê de ew dane "mehkemê".
Ji sala 1949'an vir ve wî çend şi'ir û çîrokên din nivîsandiye ku piraniya wan heta îro nehatine belav kirin.
Bi kurtî Îbrahîm Ehmed di edebiyata kurdî de nunerek pêşeng ê rêbaza realîzmê ye û baştirîn nivîsarek nesrê yê li ser dema me ye. Hêviya min ew e ku xwendewanên hêja ji dîtina berhemên wî yên din bê par nebin.
Kemal Fuad
21/10/1971
Îbrahîm Ehmed
Jana Gel
Wergêr: Elîşêr
Stockholm 1992
Apec
Weşan no: 17
©Utgivare: Apec-Tryck & Förlag
Çap Û Wêşanxana Apec
Nivîskar: Îbrahîm Ehmed
Wergêr: Elî Şêr
Adress: Apec
Spångavägen 345
Box 3318, 163 03 Spånga/Sweden
Tel. 08-761 8118 Fax 08-761 42 90
ISBN: 91- 87730- 12-X