La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kultur û Raman


Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1996, Stockholm
Préface : Pages : 151
Traduction : ISBN : 91-88592-24-3
Langue : KurdeFormat : 121x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 1133Thème : Littérature

Présentation Table des Matières Introduction Identité PDF
Kultur û Raman


Kultur û raman

Dewlet, Platon û ilm

Di vê nivîsarê de, emê li ser filozofê mezin Platon û ditînên wî yên li ser dewletê binivîsînin. Hûn dikarin bipirsin û bibêjin; çima Platon? Û çima dewlet û ilm? Bersiva van pirsyara ne rehet e û mirov nikare bersiveke rind di nivîsareke kurt de jî bide. Lê dîsa jî mirov dikare bibêje ku pêkanîna teoriya kultureke modem pêwîst e ji dîroka ilm, îdeolojî û zanebûna civatên kevnare dest pê bike. Jiyana entellektuelî û kulturî ji kevnar de heye û bi gelek şeklên curecur heta îro hatiye. Pêwîst e, hemû kurdên ku bi xebata entellektûelî dadikevin, bi hemû awayî ilm, kultur û îdeolojiya civatên kevnare ji fêr bibin. Ew encamek e ku em vê nivîsarê dinivîsînim. Encaman dûyemin ji ev e; nivîsarên li ser felsefe, kultur, dîrok û ûhw, bi zimanê kurdî pirr nehatine nivîsandin. Nivîsandin li ser van tiştan, wê bi xwe re bi zimanê kurdî peyvên ilmî û termînolojiya nivîsandinê bi pêş bixîne. Ew jî xebateke girîng e. Encama sêyemîn jî; danûstandinên civatê û ilm bi hev re çi bûne û dikarin çi bibin? Di xebatên ilmî yên modern de gelek munaqeşe li ser rola civat û ilm, ilm û îdeolojî, îdeolojî û civat dibin. Ev munaqeşeyên fikrî jî, divê kurd bala xwe baş bidinê.

Dîroka ilm û pêşketina fikrên ilmî di civateke koledar de û her wûha jî di civateke kapîtalîst de, gelek balkêş û fireh e. Civata Grek ya Antik, civateke koledar bû, lê belê, ji aliyekî de jî vê civatê filozof, ilmzana û nivîskarên mezin û giranbûha derxistin pêş. Vê nakokiyê mirov çawa dikare, bi awayekî ilmî ronî bike? Li aliyekî civateke koledar û li aliyê din jî, ilmekî pêşketî û kultureke fireh.



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues