Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Yadașt, Bașûrê Kurdistanê û Șoreșa Șêx Mehmûd


Nivîskar : Refîq Hilmî
Weşan : Lîs Tarîx & Cîh : 2010, İstanbul
Pêşgotin : Rûpel : 432
Wergêr : Ziya Avci ISBN : 978-605-5683-30-6
Ziman : KurdîEbad : 135x210 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Hil. Yad. Kl. 84Mijar : Bîranîn

Danasîn Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Yadașt, Bașûrê Kurdistanê û Șoreșa Șêx Mehmûd

Versions


Yadașt, Bașûrê Kurdistanê û Șoreșa Șêx Mehmûd

Refîq Hilmî

Weșanxaneya Lîs


Di sala 1934an de, ez li Mûsilê mamosteyê matematîkê yê 'Edadiyê bûm. Dr. Mecîd Hidurî, hevalê min ê gelek hêja û bi qîmet, ku pişt re dev ji Iraqê berda û çû Eme-rîkayê, wc çaxê di dibistana me de mamosteyê sosyolojiyê bu. Em herdu jî endamê Komeleya Zanistî ya Mûsilê bûn. Wî kitêbek bi navê El-Meseletu’l-Sûriye (Meselcyên Sùriyc) nivîsandibû û wekî diyarî nusxayek wê ya çapkirî jî ji min re ÿandibû. Dema ku min li ki-têbê nêrî, min dît ku mesela Sûrivê û ya Feyselê Yekem, gelek li me-sela Şêx Mebmûd ù ya Kurdistanê diçin. Ez jî, ji bo ku kesekî gelek nêzîkê Şêx Mebmûd û karbidestên Ingilîzan ên derûdora Şêx Mebmûd bûm, min bê wê çaxê ji bo bîranînên xwe gelek tişt ba xwe notgirtibûn û nivîsandibûn. Ji bervê, min fikra nivîsandina ...


Refîq Hilmî, di sala 1898an de li Kerkûkê hatiye dinê. Piştî xwendina xwe ya li Silêmanî û Bexdayê, ji bo xwendina xwe ya di Akademiya Eskerî û Zanîn-geha Bilind a Teknîkî de diçe Stenbolê. Di esnayê Şerê Cîhanê yê Yekem de xwendina xwe temam dike û beriya Tevgera Şêx Mehmûd dest pê bike, vedigere Silêmaniyê û li wir rawêjkariya Şêx Mehmûd dike. Ew yek ji wan şahidê herî nêzîk ê Tevgera Şêx Mehmûd e.

Refîq Hilmî, dîrokzan, nivîsar û siyasetmedarekî bi nav û deng ê Başûrê Kurdis-tanê ye. Ew di sala 1938an de Partiya Hêwa dadimezrîne û dibe sekokê wê. Wî gelek kitêb di derbarê dîrok û zimanê Kurdî de nivîsandine.

Refîq Hilmî, di serdema hukumdariya Şêx Mehmûd de, di rojnameya Rojî Kurdistan û rojnameya berdevkê hukumeta Şêx Mehmûd, Bangî Kurdistanê de kar kiriye û di van herdu rojnameyan de nivîsandiye.

Refîq Hilmî, rexnegirekî edebiyatê yê herî naskirî yê Başûrê Kurdistanê ye. Wekî li jorê hat gotin, damezrênerê Partîya Hêwa (1938) ya veşartî ye (illégal). Ev partî pêşî li Kerkûkê tê organîze kirin û pişt re belavî ciyên din ên Başûrê Kurdistanê dibe. Kesên rewşenbîr û karmendên Kurdistanê yên wî wextî di vê partiyê de cih girtine. Ev partî xwediyê programeke neteweyî ya daxwaza serxwebûniya Kurdistana Iraqê bûye. Piraniya endamên wê xwediyê bîr û baweriya çep bûne.

Partiya Hêwa, bi Komeleya Jêkafê (Komeleya Jiyanneweyî Kurdistan) ya di bin serokatiya Ebdurrehman Zebîhî de hatiye damezrandin, pêwendî danîye. Wê ji bo alîkarî û amadebûna di demazirandina Jêkafê (1942) de, wezîfe daye du endamên xwe yên herî hêja yên zabitên ji artêşa Iraqê, Mistefa Xoşnaw û Mîr Hac Ehmed.

Refîq Hilmî, di gelek karên resmî yên dewleta Iraqê de jî xebitiye. Bi kar û barên perwerdeyê yê li Silêmaniyê re mijûl bûye. Di sala 1954011 de, bûye alîkarvanê waliyê Bexdayê. Di sala igsgan de jî bûye ataşeyê kulturî yê Iraqê li Enqereyê. Refîq Hilmî di sala 1960 de çû ye ser dilovaniya xwe.

Çend berhemên ji aliyê mamoste Refîq Hilmî ve hatine nivîsandin ev in:
1- Kurd Le Seretayî Mêjûwewe Ta Ku 1920.
2- Şiîra Kurdî û Edebiyat, Cild: I,1941
3- Şiîra Kurdî û Edebiyat, Cild: II, 1956.
4- Dîroka Kurdistanê.
5- Yaddaşt û Şoreşa Şêx Mehmûd, 6 cild, Weşanên Lîs, 2010

 



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar