Li mala Mîr Celadet Alî Bedir-Xan
Ji roja ku min navê Mîr Celadet Alî Bedir-Xan bihîstiye û Hawara wî xwendiye, ew li ber dilê min şêrîn û li ber çavên min mezin bûye. Hebûna wî kêfa min aniye û fikrên wî ji min re bûne rêber. Xurtî û kapasîteya entelektueliya wî ew nefsbiçûk kiriye, nefsbiçûkiya w ji wî re bûye mezinahî û bi xêra mezinahiya wî ye ku em îro li hêjahiyên xwe xwedî derdikevin. Ji ber ku wî bi xebat û nivîsên xwe hêjahiyên me bi qîmet kirine, behsa edeb û dîroka me kiriye û cihekî mezin û giranbuha daye çand û edebiyata me.
.... Min biharekê haziriya xwe kir, çenteyek tije kinc û alavên ku ji bo rêwîtiyê ji min re lazim bûn, amade kir, ji bo hevpeyvînan teybeke biçûk digel deh kasetan xist çenteyekî û min ji Swêdê berê xwe da Sûriyê. Min xwest ez herim mala Celadet Bedir-Xan. Min dixwest ez li mala wî bigerim, bi dotmama wî re li ser wî sohbet bikim, fikir û ramanên wî hê baştir nas bikim, çîroka wî ji devê dotmam û kevaniya wî bibihîzim. Ez hê di balafirê de bûm kelecanekê ez girtibûm, lê gava min ji Şamê xwe bi otobusê gihand Baniyasê û min li deriyê Rewşen Xanimê kire tegînî, di şûna heyecanê de dilşahiyekê di dilê min de pêl da.
Rewşen Xanim ji hundur pêrgî min hat û ez hemêz kirim. Germahiya hemêza wê hemêzkirina diya min ku min deh salan nedîtibû, anî bîra min û wê jî bi hesreta hemêzkirina kurê xwe ez şidandim. Em derbasî hundur bûn. Gava min xwest ez pêlavên xwe ji pê bikim, wê nehişt û xwest ku ez tevlî pêlavan derbasî ser xalîçeyên raxistî bibim. Tavilê hat bîra min ku ew kultureke fransî ye. Em rûniştin, hema piştî rûniştinê wê cigare îkramî min kir, min cigareke wê pêxist û li hal û wextê wê pirsî. Wê jî li rewşa me û li xebatên me yên li Ewropayê pirsî. Wê gelekî kêfa xwe ji nivîsandina bi kurdî re anî û di bîra min de anî ku divê em hînî xebata bi hev re bibin. Wê gotina xwe ya ku carekê di Hawarê de nivîsandibû dubare kir: "Hûn yekîtiya kurdan bidin min, ez ê Kurdistaneke serbixwe bidim we". Min heq da wê. Gava çaya me hat, min çavên xwe li hundurê odeyê gerandin. Dîwar, bi resimên çarçovekirî yên malbata Bedir-Xaniyan ve xemilandî bûn. Resimên hersê biran: Sureya, Kamran û Celadet Alî Bedir-Xan di ser serê me re bû. Li milê din resimekî bavê Rewşen Xanimê Salih Bedir-Xan, ode dadigirt. Li quncika odeyê, kitêbxaneyek camînî ku kitêbên tê de baş dixuyan hebû. Kursî û maseyên destpêka sedsalan nozdehan hewayeke arîstokrasiya fransî dixiste hundur. Lê xaliyên rengîn û bi neqşên kurdî yên ku dîwana odê nixumandibû, hewayek klasîsma kurdî tevlî ya fransî dikir. Li ser maseya me jî çend rojnameyên erebî û du-sê pirtûk hebûn. Wê rojê heta bi derengê êvarê, di ser şîvê de û heta bi derengê şevê jî me li ser rewşa dinyayê, rewşa kurdan, dema Celadet, derxistina Hawarê, nivîskarên Hawarê, problemên çap û belavkirina Hawarê û rewşa xwendevanan sohbet kir.
Êdî şerma min nemabû, Rewşen Xanimê jî ez mîna endamekî malê dihesiband û wê tewra wê dikir ku ez jî xwe mîna endamekî malê bihesibînim. Min di wê navê re tavilê benda Celadet Alî Bedir-Xan "Were Dotmam" ya ku ji bo Rewşen Xanimê nivîsandibû di bîra wê de anî û bîranînên wê yên ciwaniyê teze kirin. "Erê, erê..." wê jî bi axîn got, "wî ne bi tenê bi hesreta pismamekî ez hemêz dikirim, lê bi ya bavekî, bi ya birayekî jî ez hemêz dikirim. Ew mêrê min, bavê min, birayê min bû... "
Min dît ku Rewşen Xanim di xeyalan de kûr diçe û dixwaze bi her awayî Celadetê xwe bi bîr bîne, wî di bîranînê xwe de zindî bike. Hema di wê navê re, ew rabû ser xwe, çû ji wê kitêbxaneya camînî du albumên mezin anîn û li ser masê danîn. Wê pêşî rahişt albuma Celadet û kursiya xwe nêzikî min kir û xwest resim bi resim ji min re behs bike. Wê ez di wê albuma mezin de derxistim rêwîtiyeke dîrokî. Êdî ez ji dema niho bi dûr ketibûm û ketibûm dema borî. Nayê bîra min bê ez kengî û çawan ketim nav nivînan û çawan di xew re çûm.
Me albumek qedandibû û me êdî li albuma dudan dinêrî. Di nîvê albuma dudan de dengê kuxukekê ji ber derî hat.
Min ji Rewşen Xanimê pirsa mêvanê bêwext kir, wê got, apê te Celadet e.
Mîr Celadet derbasî hundurê odeya me bû û bi devkenî got:
– Wey mêvanê delal, tu bi xêr hatiyî !
Min albuma di destên xwe de danî ser masê û ez rabûm ser xwe ku herim destê wî, lê wî nehişt û em çûn rûyên hev.
Paşê wî destê xwe yê rastê danî ser milê min û ji min xwest ku ez li cihê xwe rûnêm. Ez rûniştim. Wî jî çakêtê xwe yê reş li ser pişta kursiyê bi cih kir û li kêleka min rûnişt. Ji kincên wî dixuya ku ew ji şahiyekê dihat. Êlegê gewr, gomlekê spî û qerewata belek pir lê hatibû. Simbêlê wî û riha wî ya li ser çengê sivik bû. Bi dostanî destê xwe avêt ser milê min û bi germî got:
– Min bihîstiye ko te daye ser riya Hawarê û te Hawar ji nû ve çap kiriye. Te bi vê yeka ha pir kêfa min anî, Xwedê emrê te dirêj bike. Ji xwe min Hawar ji bo we derdixist, şikir ji Xwedê re ko hûn bi hebûna wê hesiyane. Êdî ez ê bi rehetî di gorê de binivim.
Gava cigare pêxist, ji bo ku dixana wî bi ser min de neyê, ji kêleka min rabû û li ser qoltixa hemberî min rûnişt. Min jî tavilê kasetek xist teyba xwe ya biçûk û xwe ji pirsan re amade kir.
Min dixwest ez bi wî re li ser her tiştî bipeyivim. Min jê pirsî:
FIRAT CEWERÎ: Gava birayê te Bedir-Xan dimire, rehmetiyê bavê te ji bo wî loriyekê dinivîsîne. Bi rastî jî ew şiîra bavê te êgir berdide dilê mirov, mirov pir xemgîn dike. Min ê bixwesta ku tu ji me re wê şiîrê bixwînî, lê ez naxwazim derdên te tev bidim, bîranînên ne xweş zindî bikim, ez dixwazim tu hebekî behsa dê û bavê xwe û malbata xwe bikî. Tu bikaribî ji kerema xwe re pêşî bi çend gotinan kalikê xwe Bedir-Xan bi me bidî naskirin wê baş bibe.
MÎR CELADET ALÎ BEDIR-XAN: Ew Bedir-Xanê ko ji bona yekîtiya Kurdistanê xebitiye, ji bona serxwebûna Kurdistanê ketiye şer û qrênan û her tiştên xwe di vê reyê de feda kiriye û ji bona wê jî miriye.
FIRAT CEWERI: Gelo miletên bindest bi çi awayî dikarin heyîna xwe ji serdestên xwe biparêzin?
MIR CELADET ALI BEDIR-XAN: Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi quweta du çekan diparêzin.
– Çi ne ew hcrdu çek?
– Ol yek, ziman dido.
– Baş e mamoste, heke ola miletê serdest û bindest yek be, wê çaxê divê miletê bindest kîjan çekê li hemberî serestên xwe bi kar bine da ku bikaribe heyîna xwe biparêze?
– Heke ola miletê serdest û bindest yek be, hingê çek yek bi tenê ye û bend tenê ziman e.
Li mala Mîr Celadet Alî Bedir-Xan
(Diyalog)
Firat Cewerî
Weşanên Nûdem 41
Li mala mîr Celadet Alî Bedir-Xan
Stockholm: 1998
© Weşanên Nûdem
Pergala bergê û rûpelan: Nûdem
Wêneya bergê: Portreyê Celadet
Çapa bergê: Jakobsbergs Tryckeri
ISBN: 91 88592-41 3
Box 177
177 23 Järfälla-Sweden
Tel û Fax: 8-583 564 68
8-580 131 62