La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Xezal


Auteur : Sîma Semend
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : , Stockholm
Préface : Pages : 72
Traduction : Şefik Kaya ISBN : 91-88592-26-X
Langue : KurdeFormat : 122x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 3703Thème : Littérature

Présentation Table des Matières Introduction Identité PDF
Xezal

Versions:
  • Xezal [Kurde, Êrêvan, 1961-12-11]


Xezal

Bihar bû. Bihara Elegezê ya kin û bi gulan xemilandî, bû. Yên çûne Elegezê dikarin wê wextê wek cinetê xweş bi bîr bînin. Ew dikarin wê dema ku kulîlkên bînxweş dibişkifin, wê dema ku bîna gul û sosinan li her alî belav dibe, bi bîr bînin. Ew gulçîçekên ku ji meriv ra dibişirîn. Lê ew xulexula ava kaniyên sar, ku li deşt û mêrgan belav dibe û heta digihîje ber perrê çiya û baniyan? Ew cîhê ku çîveçîva çivîk û qebeqeba kewan jê kêm nabe, dengê çivîkan, qebeqeba kewan tevî dengê stranên qîz û xortan dibin û bi pêlên hewayê ra diçin, heta ku digihîjine cîhên dûr...

Ew ciyê wek cinet, gundê Elegezê ye. Çarnikalên Elegezê çiya û banî ne, ku kolxozên çîl û qerqaş ji meriv va têne xuyakirin. Ew çiyayên Elegezê...

Xelkên wir gişk xebathez in û bi marîfet in. Serê siban, şeveqê herkes bi lez û bez, ber bi xebatê va, ber bi deşt û cîhê kolxozê va diçe...



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues