Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Pan


Nivîskar : Knut Hamsun
Weşan : Apec-Tryck Tarîx & Cîh : 1998, Stockholm
Pêşgotin : Rûpel : 159
Wergêr : Memo Darêz ISBN : 91-89014-4637-5
Ziman : KurdîEbad : 135x205 mm
Hejmara FIKP : Liv.Kl. 4091Mijar : Wêje

Danasîn Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Pan


Pan

Di van rojên dawî de ez li ser roja ebedî ya havîna Nordlandê ponijîm û ponijîm. Ez li vir rûniştime û li ser holika ku ez tê de dijîm û li ser daristana li paş holikê diramim û min xwe daye nivîsandina li ser wê, tenê ji bo xatirê gêwlê xwe û ji bo kurtkirina demê. Dem li ber xwe dide, weku ez dixwazim zû bi zû derbas nabe, tevî ku ne xema min e û ez jîyana herî bi kêfjî dijîm. Ez bi hertiştî bi têkûziyê razî me û sî salên min tu sal nînin. Çend roj berê min ji devereke dûr cotek perikên çûkan girtin, ji keseke ku ne pêwîst bû wan bişîne; tenê du perikên kesk li pelê kaxezeke tackirî ya posteyê pêçandî û bi mohreke girtî. Dîtina du perikên kesk ên weha ehrîmanî ez kêfxweş kirim. Wekî din tu tiştê ku min biêşine nîne, ji bilî werma ku carnan di lingê min ê çepê de peyda dibe. Ew piştî birîna derbeke kevn, ku ev demeke dirêj e baş bûye, çêbûbû.



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar