Sê şev û sê roj
Sala 1969an
Qereqola hidûd di sala 1958an de, di berpala başûrê girê Qesra de hatibû ava kirin. Di serê gir de ji dema ku qereqol hatibû ava kirin pênc dîrekên dirêj çikandîbûn. Bi van dîrekan ve daliqandî gelek mirovan can dabû. Li hawêrdorên gir bi kevirên bestan, boyax û kilsê wiha hatibû nivîsîn: “Tirkek bedelî cîhanê hemî ye! Her tirk esker çêdibe! Ev welatê me ye! Welat yekperçe ye!” Di rohilat û roavayî gir de dîsa ji kevirên bestan bi qasî deriyên sûr û dêrên kufarî mezin rengareng du wêneyên eskerên tirk hebûn. Wêne bi haweyekî pir balkêş hatibûn çêkirin. Mirov ji wan heybet digirt! Serê eskeran bi mîxfer, newqên wan yekser bi rext û fîşek û bomban rapêçayîbûn. Potînên wan ên bi niçik, bi qasî tabûtên zarokan dirêj û mezin bûn.
|