The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kurdî 7, Kurmancî


Editor : Millî Eğitim Bakanlığı Yayınları Date & Place : 2016, Ankara
Preface : Pages : 112
Traduction : ISBN : 978-975-11-3959-7
Language : KurdishFormat : 210x295 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Yil. Kur. 7 Theme : Linguistics

Presentation Table of Contents Introduction Identity PDF
Kurdî 7, Kurmancî

Versions


Kurdî 7, Kurmancî

Kadri Yıldırım

MEB


Navê min Zanaye. Ez di polaheftem de dixwînim. Ez dixwazim xwendingeha xwe bi we bidim nasîn. Navê xwendingeha min Xwendingeha Navîn a Celadet Bedirxan e. Xwendingeha min li navenda Cizîrê ye. Ew ji du qatan pêk tê. Di xwendingehê de pol. pirtûkxane, laboratiwar, embar. jûra birêvebir, jûra cîgirê birêvebir. jûra mamosteyan, hola werzişê û holakonferansê hene. Divê em pola teknolojiyê ji bîr nekin. Wekî din ji li her du qatan ji bo xwendekaran destşok û daşir hene. Lê destşok û daşira mamosteyan ji yên xwendekaran cuda ne. Ji bo ku em di bêhnvedanê de xurek û vexurekan bistînin û bixwin kantîna me jî heye. Ji bo parastina belgeyên fermî jûreke arşîvê jî heye.

Pirtûkxaneya me ji aliyê pirtûkan ve gelekî dewlemend e. Tê de her cure pirtûk hene: Çîrok. roman, ansîklopediyên curbicur, pirtûkên siyasî, dîrokî, teknîkî û her wekî din. .. Ez her roj diçim pirtûkxaneyê û li wir pirtûkan dixwînim û spartekên xwe çê dikim. Ez li pirtûkxaneyê dengê xwe hîç bilind nakim da ku hevalên min aciz nebin. Ez her hefte du pirtûkan ji pirtûkxaneyê bi emaneti digirim û dixwînim. Ez pirtûkan dı wextê xwe de li pirtûkxaneyê vedigerînim.

Di xwendingehê de heşt pol hene. Lewra xwendingeha navîn çar sal e û her pol j i du şûbeyan pêk ...



Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals