La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çinara min


Auteur : Musa Anter
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 1999, Stenbol
Préface : Pages : 136
Traduction : ISBN : 975-7112-63-1
Langue : KurdeFormat : 127x195 mm
Thème : Mémoire

Çinara min

Çinara min

"Di 1951'ê de ez çûm gund min çinarek çand. Niha du metro û nîv stûr û 50-60 metro ji bilind bûye. Jixwe min divê ez tirba xwe di bin de çêkim. Wê salê min nêrî ku terhik ji ber çûye. Hecî Mehmûdê Stilîlî bang min kir û go:

— Şêxo wer ez tiştekî pêş te bikim.
Ez çûm Mehmûd ew tirhik pêş min kir. Û got;
— Tu zanê çi hat bîra min?
Min go;
— Çi hat bîra te?
Go;
— Ez dibêm tu wek vê çinarê yî û ev telebên me yên li çolê wek vê terhikê ne, ji ber te çûne. Ez keniyam, min xwe da vî alî û wî alî belkî ji tirsa jî be, lê min nêrî ku xebera wî ye.

Îca ez terhik ji ber kijan çinarê çêbûme? Ew çinar, niha hişk bûne, ez mame. Dibe ku ez jî hişk bibim terha ku ji ber min çûye bibe çinar. Ez ji ber Cegerxwîn çûme, ji ber Celadet Bedirxan çûme û ên din. Niha li dinyayê, agirê olimpiyadê heye. Dibên berê di Yewnana qedîm de lîskek wan hebû, agir pêdixistin xort dibeziyan, xortekî agir dida dest yê din. Bi vi hawî bi hezaran xort ew çira didan dest hev heta ku bigihana Akrepola armanca xwe."

Naverok

Nivîsên Welat
Welat bi xwedî be / 9
Ez weqfa welat im / 10
Fato / 12
Xwediyê malê êdî şiyar bû / 14
Çinara min / 15
Xwendin / 17
Weqfa Vehbi Koç / 19
Eşqa welat / 21
Baraja Atatürk / 23
Kenê mekroh / 25
Êdî kes nikare goştê me bi hev bide xwarin / 27
Çi bi wan nakeve / 29
Ez çawa bûm nivîskar / 31
Manukyan Xatûn / 34
Turgut Şovalye / 35
Dibe dibe / 36
Seb û fesadî / 38
Mesela 49'an / 40
Stuyê Kerîmê / 42
Necmedîn Cewherî / 44
Heywan jî dijminê xwe nas dikin / 46
Paleya pûş / 48
Silêman Demirel û erzanî / 50
Zimanê dê / 51
Sokrat / 53
Li ber zarokên te dikevim / 55
Parsek e bi şûr û qertek e / 56
Wedat Aydin / 58
Nifûsa Tirkiyê / 60
Birçîbûn / 62
Elîkê Hesenê Dao / 64
Hikûmeta me ya îro û dînîtî / 67
Welat/69
Huseyîn / 71
Êşa teriyê / 72
Şirnex / 73
'Di Belgeyên Ingilîzan de Kurdistan' / 75
Aqil û mantiq / 77
Nivîskariya min / 80
Ez ji te re nahêlim Silo / 82
Büyük Millet Meclisi? / 84
Giş yek in / 86
Lo lo / 88
Ayet jî Sîlêman Demirel / 90
Yaşar Kemal / 92
Dewlet û mirov / 95
Însanê Tirk / 97
Tirk û Tirkiye / 99
Memûr / 101
Aqilê Uğur Mumcu / 103
Malê Xezînê / 105
Kurd tim sûcdar in / 107
Ziman xelas û rêvekirina azadiya milletan e / 109
Masiyên bi dasî / 111
Xelata Silha Kemal Paşa! 113
Tc dewletî û dewletên Tirkan yên nû / 115
Rojhilatê Firatê / 117
Zikat / 119
Mele û keşe / 121
Mitterrand / 123

Û nivîsên din
Lê dunyayê lê dunyayê... / 127
Tew lo lo / 129
Ma ker dikare hêdîka bizire? / 130
Weqfa dêrê /131
Îcar karê Xwedê ma çi? / 132
Enstîtuya Kurdî / 133
Pirsên mezinan / 134
Bêyî xwediya seriyan kûr dikin / 135

Welat bi xwedî be

Çima em derdikevin?

Adet e, wextê ku rojnameyek derdikeve dibêjin "çima em derdikevin?" Îca ji bo Welat, gerek em bêjin çima emê dernekevin? Ji ber ku tu îşê welatê me yê feqîr pêk nehatiye. Welat bi xwedî be, lê heta niha bê xwedî mabû. Kin ew e ku em bêjin: Ji bo em bibin xwediyê welatê xwe em derdikevin. Gotina pêşiya ye: Gerek mirov, hespê xwe, çekê xwe û welatê xwe meke destê xelkê. Ji ber ku xelk guh nadin welatê mirov, talî xerab dibe. Wek îro welatê me. Hîn di ser de jî, welat kirine wek cihe şewtê, hêtunê. Ji hawîrdor rivîn û duxan bilind dibe. Di nav rivîn û dumanê de qêrîna jin û bavan e, zarokên me di nav êgir de bûne wek seriyên kizirandî. Ma kî kare bêje na. Wa ye Helepçe, Licê, Qulpê, Cizîrê û Nisêbînê.

Erê, em ji bo vemirandina vî agirî derdikevin. Ji bo xelasiya pîrek, bav-kal û zarokên xwe em derdikevin.

Xelkê em kerr û lal kirine. Em nema ji zimanê hev fêm dikin. Ji bo ku em hînî zimanê xwe û hev bibin em derdikevin.. Însan ku ji hev hîn nebe, li hev nayê, li hev nabane. Em ji bo baneya hev derdikevin.

Ji bo xelasî û serbilindiya temamê Tirkiyê û xelke Tirkiyê û ji bo biratiya Tirk û Kurdan em derdikevin.

Pirsek bi Tirkî heye. Dibêjin, welatê ku tu xwînê lê nerijînî, ne welat e.

Ma gelo kesî wek me li welatê xwe xwîn rijandiye?

Musa Anter
Çinara min

Avesta
Weşanên Avesta: 54
Rêza Musa Anter: 2
Çinara min

Editor: Abdullah Keskin
Berg: Ahmet Naci Fırat
Tîprêzî û mîzanpaj: Avesta
Çapa Yekem: 1999, Stenbol
Çap: Gülen Ofset

© Weşanên Avesta, 1999
Bêyî destûra weşanxanê bi tu awayî nayê kopikirin

Avesta basın yayın reklam tanıtım müzik dağıtım ltd. şti.
Asmalı mescit Sokak
Şahin han 35/403
Beyoğlu / İstanbul
Tel / Faks: (0212) 251 71 39
avestayayinlari@hotmail.com
ISBN: 975-7112-63-1


Musa Anter di sala 1918'an de li gundekî li ser Nisêbinê, Zivingê hatiye dinyayê. Li Unîversîta Stenbolê Fakulta Hiqûqê xwendiye. Di sala 1959'an de ji Doza 49'an û di salên 70'yi de jî ji Doza DDKO hate girtin. Gava derba leşkerî a 27'ê Gulanê pêk hat Musa Anter di bin çavan de bû. Piştî derbên leşkerî  a 12'ê Adarê û 12'ê Îlonê jî hate girtin. Nivîsên wî di Dicle Kaynağı, şark Postası, İleri Yurt, Barış Dünyası, Deng, Yeni Ülke, Welat, Rojname, Rewşen û Tewlo de hatin weşandin, nivîskarê rojnama Özgür Gündem bû. Bi Tirkî kitêbên wî yên bi navê "Hatıralarım", "Vakayiname", "Firat Marmara'ya Akar", bi Kurdî jî "Birîna Reş" û "Kımıl" (Kurdî–Tirkî) hene. Anter, di girtîgehê de ferhengeke bi Kurdî jî amade kiribû. Avakarê HEP'ê bû, serokatiya Enstîtuya Kurdî ya li Stenbolê dikir.

Musa Anter, di 20'ê Ilona 1992'an de li Diyarbekrê hate qetilkirin. Hêzên dewletê cenazeyê wî bi tenê ji Diyarbekrê birin Stililê û leşkeran ew veşart, nehiştin ku kes here ser cenaze.

PDF
Téléchargement de document non-autorisé.


Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues