The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çinara min


Author : Musa Anter
Editor : Avesta Date & Place : 1999, Stenbol
Preface : Pages : 136
Traduction : ISBN : 975-7112-63-1
Language : KurdishFormat : 127x195 mm
Theme : Memory

Presentation Table of Contents Introduction Identity PDF
Çinara min


Çinara min

"Di 1951'ê de ez çûm gund min çinarek çand. Niha du metro û nîv stûr û 50-60 metro ji bilind bûye. Jixwe min divê ez tirba xwe di bin de çêkim. Wê salê min nêrî ku terhik ji ber çûye. Hecî Mehmûdê Stilîlî bang min kir û go:

— Şêxo wer ez tiştekî pêş te bikim.
Ez çûm Mehmûd ew tirhik pêş min kir. Û got;
— Tu zanê çi hat bîra min?
Min go;
— Çi hat bîra te?
Go;
— Ez dibêm tu wek vê çinarê yî û ev telebên me yên li çolê wek vê terhikê ne, ji ber te çûne. Ez keniyam, min xwe da vî alî û wî alî belkî ji tirsa jî be, lê min nêrî ku xebera wî ye.

Îca ez terhik ji ber kijan çinarê çêbûme? Ew çinar, niha hişk bûne, ez mame. Dibe ku ez jî hişk bibim terha ku ji ber min çûye bibe çinar. Ez ji ber Cegerxwîn çûme, ji ber Celadet Bedirxan çûme û ên din. Niha li dinyayê, agirê olimpiyadê heye. Dibên berê di Yewnana qedîm de lîskek wan hebû, agir pêdixistin xort dibeziyan, xortekî agir dida dest yê din. Bi vi hawî bi hezaran xort ew çira didan dest hev heta ku bigihana Akrepola armanca xwe."



Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals