Hacî Qadirî Koyî
Ebdulsetar Tahîr Șerîf
Rojî Kurdistan
Ke xwêner le xwêndineweyî em pêșekiye debêtewe, degate encamêk û ewey bo rûn debêtewe ke min layengirî Ebdulsetar Tahîr Șerîfim le dijî Mesûd Mihemed. Eme rast e, boya her le seretawe be xwênerî degeyênim. Diyar e, emeș le ber ewe niye ke em laperaneyî lêre da bom çolkirawin sûdyan ziyadtir e le lapereyî govar û rojname ya kitêbêkî serbixweyî bimewê lem rûwewe çapî bikem le babet ew bîr û ra çewtaney le kitêbî Hacî Qadirî Koyî xoyan deniwênin. Ew aydolojiyetey binkey bîrkirdineweyî Mesûd Mihemede le binc da le gel aydolojiyetî ême rêknakewê, her weha le gel rêrew |